IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • RumeliDE Dil ve Edebiyat Araştırmaları Dergisi
  • Issue:34
  • Di Temayên Destana Kela Dimdimê da Kurdînîya Îdeal

Di Temayên Destana Kela Dimdimê da Kurdînîya Îdeal

Authors : Yaşar KAPLAN
Pages : 1235-1252
Doi:10.29000/rumelide.1316386
View : 25 | Download : 31
Publication Date : 2023-06-22
Article Type : Research Paper
Abstract :Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn yek ji girîngtirîn destana edebîyata kurdî ya devkî ye. Ev destan ji alîyê dengbêjan ve li ser rûdaneke dîrokî hatîye honandin. Mijara vê destanê şerê di navbera Kurdên Biradostî û Dewleta Sefewî ye ku ev şer di navbera salên 1609 û 1610ê da qewimîye. Wisa dîyar e ku vî şerî karîgerîyeke mezin li ser kurdan hiştîye, lewra ev destan ji alîyê xelkê ve gelek hatîye bergermkirin û guhdarîkirin. Ji bilî belavbûna wê ya di edebîyata devkî da herwisa rengvedana wê di edebîyata kurdî ya klasîk da jî çêbûye û hinek edîbên kurd li ser vê destanê berhem dane. Ev destan ji sedsala 19an şûnda bûye mijara gelek vekolînên ji alîyê vekolerên bîyanî û xuyanî ve hatine encamdan. Ji deverên cuda cuda gelek varyantên vê destanê hatine tomarkirin. Di vê nivîsarê da varyantên ji devera Hekarîyan hatine tomarkirin wekî numûne hatine hilbijartin. Her çend ev varyant ji devê deh dengbêjên cuda hatibe berhevkirin jî ji ber wekhevîya varyantan, hemî varyant wekî yek varyanta têkûz hatîye lêkdanê. Armanca gotarê destnîşankirina temayên sereke yên destanê û dîyarkirina rengvedana wan a li ser derbirîna kurdînîya îdeal a di destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn e.
Keywords : Kela Dimdim, Xanê Lepzêrîn, beyt, tema, hemaset

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025