IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • RumeliDE Dil ve Edebiyat Araştırmaları Dergisi
  • Issue:ܖ13 Special Issue
  • Pirjimarî di Kurmancî de

Pirjimarî di Kurmancî de

Authors : Zafer Açar
Pages : 1452-1467
Doi:10.29000/rumelide.1379376
View : 143 | Download : 130
Publication Date : 2023-10-23
Article Type : Research Paper
Abstract :Mêjer babeteke girîng ya sehaya morfolojîk û morfosentaktîk e ku di piraniya zimanan de wekî yekjimarî û pirjimarî dibe du kategorî. Di kurmancî de jî pirjimarî dikeve bin navê mêjerê û wekî jimarnav cureyeke peyvan ya din jî heye ku eleqeya wê bi mêjerê re heye. Di diyalekta kurmancî ya kurdî de pirjimarî, di morfolojiya nominal de; pirjimarkirina navdêr, cînav û rengdêran, di mijarên îzafe, tewang, baneşanê de û di morfolojiya verbal de; di kişandina lêkeran de bi rêkeftina biker û berkarê digel pêveberê saz dibe. Di vê xebatê de hin ji wan hev-fonksiyon jî bin yan jî varyantê cuda yên heman morfeman jî bin, hin varyantên devokî anku allomorfên wan ne tê de, serhev sêzde morfemên pirjimarkirinê yên kurmancî hatin tesbîtkirin. Ev mijara ku hema bêje di hemî berhemên rêzimana kurmancî de bi hecmên ciyawaz cih girtiye wekî mijareke xusûsî xebateke akademîk li ser çênebûye. Îja ev xebat digel têgerîneke lîteraturê ya li ser rêzimanên kurmancî, berê xwe dide hin rehendên vê mijarê yên ku nehatiye dîtin yan jî girîngî pê nehatiye dan bi vî şiklî balê dikşîne ser wan. Herwiha gelek morfemên pirjimariyê hene ku reftarên klîtîkî dinimînin, nîşandana vî karakterî yê wan, armanceke din ya vê xebatê ye.
Keywords : Mêjer, Pirjimarî, Morfemên pirjimarkirinê yên kurmancî

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025