IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • RumeliDE Dil ve Edebiyat Araştırmaları Dergisi
  • Issue:ܖ13 Special Issue
  • Hêmanên fal, reml û muneccimiyê di edebiyata Kurdî (Kurmancî) ya Klasîk de

Hêmanên fal, reml û muneccimiyê di edebiyata Kurdî (Kurmancî) ya Klasîk de

Authors : Mesut Arslan
Pages : 1468-1482
Doi:10.29000/rumelide.1379377
View : 110 | Download : 90
Publication Date : 2023-10-23
Article Type : Research Paper
Abstract :Kevneşopiya falê ji berê de parçeyekî jiyana civakî ye. Falbazî jî di dîroka mirovahiyê de yek ji pîşeyên kevintir tê hesibandin. Mirovan ji bo dîtina paşeroja xwe, ji bo ku di bûyerên girîng de biryara rast bigirin serî li falbaz û munecciman dane. Çawa ku hêmanên jiyana civakî di edebiyatê de reng vedidin fal û falvekirin jî di edebiyata klasîk a Rojhilatê de bûne insûrên girîng. Di nimûneyên edebiyata Kurdî (Kurmancî) ya klasîk de jî em rastî falê û falvekirinê tên. Li gorî vê kesên aşiq ji bo dîtina paşeroja xwe, ji bo gihiştina hezkiriya/ê xwe, pêkhatina meqsed û mirada xwe fal vedikin, diçine remmal û munecciman. Helbestvan jî vê yekê bi awayekî estetîk di helbestên xwe de bi kar tînin. Ji bo rastfêmkirina edebiyata klasîk, ji bo şerha metnî hewce ye mirov wekî hêmanên din ên edebiyata klasîk falê jî bizane û rave bike. Bo nimûne, gava Feqiyê Teyran dibêje "Elîf nayê di fala min” çi qesd dike? Di falê de "elîf hatin” mizgîniya çi ye? Lewma di vê gotarê de emê pêşî bi kurtî behsa falê û sê cureyên wê bikin. Ev, fala Qur’anê/kitêbê, reml/remmalî û ilmê nucûm in ku di metnên edebî de herî zêde ew derdikevine pêşiya me. Piştî danasîna van falan emê di nav rûpêlên edebiyata Kurdiya Kurmancî ya klasîk de li nimûneyên wan bigerin. Dîwanên helbestvanên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Perto Beg, Seyid Eliyê Findikî, Namî; herwiha mesnewiyên eşqê yên wekî Mem û Zîn û Seyfulmulûkê wê çavkaniyên me yên sereke bin. Ji bo başfêmkirina mijarê emê ji folklora Kurdî û ji çavkaniyên edebiyata Osmanî jî nimûneyan bînin. Bi vî rengî emê hewl bidin têkiliya edebiyata Kurdî ya klasîk û jiyana civakî jî nîşan bidin.
Keywords : Edebiyata Kurdî ya klasîk, fal, reml, ilmê nucûm, muneccim

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025