Journal article

Têkilîya Nefs û Bedenê

Abstract

Mijara nasîna nefsê, ji demên berê ve hem di navbera feylesofan û ehlê kelamê de û hem di temamê dînan de cihekî muhim girtîye û nasîna nefsê di vê çarçoveyê de wekî mifteya nasîna Heq (Xweda) û axiretê hatîye zanîn. Ev mijar, li şerqê û li xerbê bi heman şêweyî nehatîye nirxandin. Di vê navberê de Îbnî Sîna eql bi tevahî mucerred zanîye û ji ber ku nefs jî ji karên eqlî ye, nefs jî mucerred qebûl kirîye. Ya muhim ev e ku çawa ev hêmana mucerred bi bedena maddî re têkilî datîne. Lê belê Molla Sedra, li ser esasê hereketa cewherî qani’ bû ku nefs, di destpêkê de cism e û nefs û beden bi hev ve girêdayî ne. Di encamê de, li gorî nêrîna Hekîm Muderris Zunûzî, têkilîya nefsê bi bedenê re li ser terkîba yekîtîyê pêk tê.

Keywords

Nasîna NefsêNefsBedenMucerredMaddîHereketa CewherîDestpêka Nefsê

61 views · 6 downloads