IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Anemon Muş Alparslan Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi
  • Volume:12 Issue:1
  • Ji Perspektîfa Teoriya Polîsîstemê Rol û Karîgeriya Wergêranê di Geşedana Edebiyata Kurdî da...

Ji Perspektîfa Teoriya Polîsîstemê Rol û Karîgeriya Wergêranê di Geşedana Edebiyata Kurdî da

Authors : Güneş Kan
Pages : 33-49
Doi:10.18506/anemon.1309174
View : 106 | Download : 62
Publication Date : 2024-04-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Teoriya polîsîstemê teoriyek e ku wergêranê di peywenda çandê da vedikole. Li gor teoriya polîsîstemê çand ji gelek sîsteman pêk hatiye. Edebiyat jî di nav wan sîsteman da sîstemeke pir-tebeqeyî (multi-layered), yanî polîsîstemek e ku ji gelek sîstemên edebî pêk hatiye. Wergêrana edebî yek ji wan sîsteman e ku polîsîstema edebiyatê ava dikin. Wergêrana edebî di înşa, şêwegirtin û geşedana polîsîstema edebiyatê da xwedî roleke diyarker e. Di vê gotarê da, di peywenda van agahiyan da me bala xwe da wergêrana kurdî ya edebî û rol û giringiya wergêranê di derçûn, şêwegirtin û geşedana edebiyata kurdî da. Vekolîn, bi wergêran û edebiyata kurdiya Bakur (kurmancî) hate bisînorkirin ku qonaxên edebiyata kurdî ya Sovyet, Hawar, Swêd û Bakur vedigire. Di encamê da hate dîtin ku ji destpêka edebiyata kurdî ya modern heta niha di şexsiyeta nivîskarên kurd ên sereke û pêşeng da wergêran bûye qadeke ceribîner bo wergirtina zimanê edebî, berfirehkirina sînor û derfetên kurdî, keşifkirina dewlemendî û potansiyela kurdî. Herweha wergêran bo wergêrên kurd bûye zemîneke tecrubekirin û pratîzekirina nivîsandinê, dergeheke derbasbûyînê ji wergêriyê ber bi berhemdayînê yan jî qadeke xurtkirina nivîskariyê. Ev jî destnîşan dike ku bi taybetî di peywenda zimanî û tecrubeya nivîskariyê da rol û karîgeriyeke erênî ya wergêranê çêbûye di geşedana edebiyata kurdî ya modern da.
Keywords : Çoğuldizge Kuramı, Modern Kürtçe Edebiyat, Çeviri, Edebiyatın İnşası ve Gelişimi, Kuzey Kürtçe Kurmanci

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026