Journal article

Nû-varyanteke Mem û Zînê ya Dengbêjê Elaşgirî Kazoyê Garisya: Nirxandineke Pêwendî û Bernivîsandin

Abstract

Di vê xebatê de nû-varyanteke destana Mem û Zînê ya Dengbêjê Elaşgirê Kazoyê Garisya û hevalê wî Dengbêj Dursin tê vekolîn ku di şeveke dawetê de ji bo cimaeteke mêvan û dengbêjan hatiye îcrakirin. Ev xebat, danûstandin, tevkariya cimaeta hazir û guhdar û reaksiyonên wan ên li ser qeyda deng a destanê paşguh nake û pêwenda çandî û rewşî ya performansa dengbêj(an) dinirxîne. Bi vî karî, ev xebat ji bernivîsandê wêdetir, lê dixebite bizane bê ka xwezaya dînamîk û paşxaneya çandî û civakî ya performansa dengbêj çawa tesîrê li vegêrana wî/wan dike. Di vê xebatê de bernivîsandina metna destanê jî cih digire ku heta îro di arşîvan de mabû. Xwe bi spartina modela Lauri Honko ya “tekstûalîzasyon”ê re, ev xebat pêvajoya dînamîk a performansê û rehendên çandî û civakî yên pêwendê jî digire ber çavan û armanc û niyetên ku di pêvajoya bernivîsandina ji materyala devkî ber bi forma nivîskî jî vedikole. Di heman demê de, di pêvajoya bernivîsandinê de, bala xwe dide li ser destwerdan û pratîkên (rê)zimanî yên ku ji bo afirandina “metneke kamil” (master text) derdikevin pêş bi taybetî di berhevkirin û bernivîsandina destanên kurdî de. Bi vê mebestê, balê dikişîne ser rê û rêkareke bi baldartir ji bo çareserkirina meseleyên tevlihev ên bernivîsandina performansên kurdî ku wekî kaset berî wextan hatine tomarkirin.

Keywords

Mem û ZînKazoyê GarisyaEleşkirtMetinleştirmeDestanDengbêj

182 views · 170 downloads