- Anemon Muş Alparslan Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi
- Cilt: 13 Sayı: 2
- Helbesta Şênber Û Ceribandinek Li Ser Helbestên Rênas Jiyan
Helbesta Şênber Û Ceribandinek Li Ser Helbestên Rênas Jiyan
Authors : Mehmet Emin Purçak
Pages : 1057-1095
Doi:10.18506/anemon.1617785
View : 119 | Download : 69
Publication Date : 2025-08-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Guherîn û veguherînên di jiyanê de di berhemên hunerî de jî xwe nîşan didin. Di vê peywendê de di helbesta modern de jî li gor hinek hişmendiyên hunerî guherîn, li gor hinek fêmkirinan veguherîn rastiyek e. Ji vana yek jî têgiha helbestî ya hişmendiya helbesta şênber e. Ev bizava ku di salên 1950’yan de di çendîn welatan de dest pê dike, bi taybet ji aliyê teşeyê ve bandorê li helbesta Kurdî jî dike. Di vê xalê de mînakên ku di salên 1970’yan dest pê dikin di destpêka salên 2000an de bi helbestên ku dîtbariyê derdixin pêş ve xwe nîşan didin. Helbestvanen wekî Rêşîdê Kurd, Mem Ronga, Rojen Barnas, Berken Bereh, Ehmed Huseynî, Mueyed Teyib, M. Zahir Kayan, Rênas Jiyan ji helbestvanên bi diyalekta Kurmancî helbestên şênber dinivîsin çendek kes in. Em dikarin bibêjin bi van xebatan helbestnûsên Kurmanc di helbestê de berê xwe dane lêgerînên nûjeniyê û bi nûjeniyê xwestine helbesta Kurmancî geş bikin, rê li ber wê vekin. Hem di veguhestinên ji helbestvanên din de hem jî di analîzên li ser helbestên Rênas Jiyan de me bi zelalê ev tesbît kir. Em dikarin bibêjin Jiyan, helbestvanekî di helbestê de her dem ji nûjeniyê re amade ye û bi ceribandinên nûjen yên di helbesta Kurdî ve bandorê hem nîfşa xwe hem jî li nifşên ciwan dike, bi ceribandinên xwe yên nûjen ve dixwaze perrê nûjen yê helbesta Kurdî zindî bigire.Keywords : Yenilik, Şiir, Kürt şiiri, Somut şiir, Rênas Jiyan.
ORIGINAL ARTICLE URL
