IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • International Journal of Kurdish Studies
  • Cilt: 10 Sayı: 2
  • The Role of French Intellectuals in the Development of Kurdish Studies and Kurdish Enlightenment

The Role of French Intellectuals in the Development of Kurdish Studies and Kurdish Enlightenment

Authors : Sevda Orak Reşitoğlu, Necat Keskin
Pages : 391-410
Doi:10.21600/ijoks.1527699
View : 147 | Download : 329
Publication Date : 2024-09-21
Article Type : Research Paper
Abstract :Tevgerên Ronesans û Reformê yên ku di sedsala 15mîn li Îtalyayê de dest pê kiribûn ji her alî ve bandor li ser civak û çandê kirin û rê li ber serdemeke nû vekirin ku wek serdema Rewşenbîrî jî tê binavkirin. Şoreşa Fransî ya di 1789an de ku li ser bingehên fikrên serdema rewşenbîriyê pêk hatibû, bi xwe re gelek guherînên nû yên fikrî û civakî jî anîn ku bandor li welatên derdorê û rewşenbîrên gelên din jî kirin. Stenbol, paytexta Împaratoriya Osmanî, bûbû mekanê hevbeş ê rewşenbîrên ji nasnameyên cuda. Her wiha bi bayê azadî, wekhevî û biratiyê re, fikrên rewşenbîriya fransî jî belav dibûn û li paytexta Osmanî dihatin nîqaşkirin. Serdema dawî ya osmanî, ango berî hilweşandina Dewleta Osmanî, ji bo gelên di bin banê împaratoriyê de destpêkeke nû û dema lêgerîna çarenûsiyê bû. Nûner û rewşenbîrên kurdan jî di vê demê de ketin nav lêgerînê ji bo çarenûsiya gelê xwe. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, ew bi hevnasîna entelektuelên ji neteweyên cuda di vê riya xwe de meşiyan. Rasthatin û hevnasîna rewşenbîrên fransî ligel Celadet û Kamiran Bedirxan li Şamê, herêma di bin desthilatdariya Dewleta Fransî, rewşenbîriya kurdî ber bi asteke din ve hilkişand ku bi weşana kovara Hawarê (1932-1935 û piştre 1941-1943) bi encam bû. Bi riya vê têkilî û alîkariyê xebatên derbarê kurd, ziman û çanda kurdî derketin meydanê û dîsa bi saya van tekilî, alîkarî û piştgiriyan piştî Hawarê, Ronahî, Stêr û Roja Nû (ya dawî li Beyrûdê) derketin. Bêyî alîkarî û piştgiriya desthilatiya fransî û elîtên fransî yên wê demê, ne pêkan bû encameke wisa derkeve holê. Û bi tevahî vê yekê rê li ber pêşketina rewşenbiriya kurdî jî vekir. Armanca vê lêkolînê ew e ku bi riya xwendina kovarên kurdî yên navborî û xebatên wan têkiliyên rewşenbîrên fransî yên wekî Roger Lescot, Pierre Rondot û Thomas Bois bi Birayên Bedirxaniyan re vekolin; û bi vî awayî rola wan di pêşketina xebatên kurdî û rewşenbiriya kurdî ya wê demê de nîqaş bikin.
Keywords : Xebatên kurdî, rewşenbîrên fransî, Şam, rewşenbiriya kurdî, Celadet û Kamîran Bedirxan, Hawar, Roja Nû

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026