IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Kurdiname
  • Issue:3
  • LÎRÎKAY ŞA‘IRÊ GEWREYÊ KURD MEWLEWÎ (1806-1882) (Nirxandina Pirtûkan)

LÎRÎKAY ŞA‘IRÊ GEWREYÊ KURD MEWLEWÎ (1806-1882) (Nirxandina Pirtûkan)

Authors : Hemin Omar AHMAD
Pages : 127-132
View : 19 | Download : 11
Publication Date : 2020-11-30
Article Type : Other Papers
Abstract :Ev berhem di eslê xwe de têza doktora ye, bi zimanê Rûsî ji layê Enwer Qadir Mihemed ve li zanîngeha Rojhelatnasî ya Lenîngrad hatiye amadekirin. Şêwirmendiya vê berhemê zana û rojhelatnasa berniyas a Sovyetê, Nikolayevna Verejekina kiriye. Wek têz ev xebat di salên heştê da hatiye gengeşekirin û pişt ra weke pirtuk bi Kurdiya Soranî di sala 1990an li Swêd û di sala 2007an de li Silêmaniyê hatiye çapkirin. Mela `Ebdurehîmê Mewlewî insert ignore into journalissuearticles values(1806-1882); yek ji helbestvanên herî berniyas, pirrberhemê edebiyata Goran e. Ew wek Seyîd `Ebdurrehîmê Tawgozî hatiye nasîn û di nav xelkê de jî “Mewlewî” bûye. Wî bo xwe mexlasa “Me`dûm” bikaranîye. Her wek aşkera ye ku zimanê Mewlewî bi xwe Soranî bûye, lê wî helbestên xwe bi Goranî û Hewramî nivîsandine. Diyalêkta Goran jî ji sedsala çardan ta sedsala nozdan zimanê resmîyê mîrektîya Erdelan bûye û li hinek navçeyên Kurdistana Jêrîn jî wek zimanê edebiyatê belav bûye. Mixabin berawird bi lehceyên din ên kurdî, hêj bi başî dîroka edebiyata Goran nehatîye nivîsandin, hemî destxet û metnên wan nehatine lêkolîn û çapkirin. Di warê helbest, `eqîde û zansitên olî de gelek berhemên Mewlewî hene. Ji bo yekem car helbestvan Keyfî; bê ku navê Mewlewî bîne, di rojnameya “Tercumana Heqîqet” de helbestekî Mewlewî diweşîne û ji bo zimanê Tirkî jî werdigerîne. Pişt ra li sala 1920ê miladî Emîn Feyzî Beg di pirtuka xwe a bi navê Encumenî Edîbanî Kurd de bal dikşîne ser Mewlewî, hinek helbestên wî diweşîne û behsa teknîka serwa ya helbestên wî dike û weke diyarîdeka hunerî ya helbestê ewrupayî behs dike ku haya Mewlewî jê nebûye û ew qafîye bi kar anîye.
Keywords : Mewlewî, Lîrîka, Edebiyata Goran, Danasîn, Têza Doktora

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025