IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Kurdiname
  • Volume:0 Issue:7
  • DANASÎNA NUSXEYÊN DESTXET ÊN BERHEMÊN FEQIYÊ TEYRAN ÊN KOLEKSÎYONA ALEXANDER JABA

DANASÎNA NUSXEYÊN DESTXET ÊN BERHEMÊN FEQIYÊ TEYRAN ÊN KOLEKSÎYONA ALEXANDER JABA

Authors : Şehmus KURT
Pages : 1-18
Doi:10.55106/kurdiname.1169260
View : 17 | Download : 12
Publication Date : 2022-11-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Koleksîyan destxetên kurdî ya Aleksander Auguste Jabayî ya ku bi alîkarîya Mela Mehmûdê Bazîdî ve hatiye amadekirin di dîroka xebatên Kurdolojiyê de xwedî payeyekî bilind e. Ji ber ku hem derbarê Kurdan û jiyana wan a di sedsala 19an de agahiyên berkeftî dayîne, hem jî gelek helbest, çîrok, destan û mesnewî ji nemanê xilas kirine û gehandine roja me. Ev koleksîyon ji bo tarîxa edebiyata kurdî jî girîng e, ji ber ku digel gelek xebatên dî yên edebiyata klasîk, edebiyata gelêrî û qadên dîtir ên wekî tarîx, bawerî, civaknasîyê Jaba di nava vê koleksîyonê de heşt helbestvanên Kurd ên edebiyata klasîk a kurdî jî dide nasin. Navê Feqiyê Teyran jî di nava wan helbestvanan de tê hejmartin û derbarê jiyan û berhemên wî de agahî tên dayîn. Herwiha di koleksîyonê bi xwe de digel gelekên dî ên di berhevokên cuda cuda de, şeş nusxeyên berhemên Feqiyê Teyran ên serbixwe jî hene. Ji wan nusxeyan du lib destxetên Ey Av û Avê ne ku di dawiya wan de bêyî serenav qismek ji helbesta Îro qewî girya me tê heye. Her çar nusxeyên dî destxetên Şêxê Sen’anî ne. Ji wan nusxeyan yek destxeteke kêm e, lê yên mayî nusxeyên kamil in. Armanca vê xebatê danasîna hemû xebatên Feqî ne yên ku di koleksîyona Jabayî de hene. Em hêvî dikin ev xebat ji bo xebatên ku siberojê li ser Feqî bêne kirin, dê rêyekê bo lêkoleran veke û di peydakirina berhemên Feqî de karê lêkoleran hêsantir bike. Di xebatê de me behsa dîrokçeya koleksîyona Jabayî kiriye, derheqê jiyan û berhemên Feqiyê Teyran de bi kurtasî agahî pêşkeş kirine û me her şeş nusxeyên serbixwe yên Ey Av û Avê û Şêxê Sen’anî digel du nusxeyên dî yên menzûmeya Ey Ev û Avê yên ku di mecmûayên cuda cuda de cih digirin, di bin banê 27 xalan de dayîne nasîn.
Keywords : Feqiyê Teyran, Mela Mehmûdê Bazidî, Koleksîyona Jaba, Nusxe, Destxet

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025