Journal article

Lêgerîna Kurmanciyeke Standard: Lêkolîneke Kalîtatîv bi Mamosteyên Zanîngehê yên Beşên Kurdî re

Abstract

Ev xebata qûalîtatîf nêrînên mamosteyên ku di beşên kurdî de dixebitin derbarê kurmanciya standard de vedikole. Ev xebat bi analîzeke tematîk nêrînên van kesan analîz dike. Beşdarên vê lêkolînê, ji bilî yek mamosteyî, li zanîngeha Artuklu dixebitin. Hejmara van kesên hevpeyvîn pê re hatine kirin 10 e ku yek ji wan jin e, 9 jî mêr in. Dane di sala 2022an de di yek heftêyî de hatine berhevkirin. Me di lêkolînê de xwest bersiva pirsên hevpeyvîneke nîv-sazkirî (semi-structured interview) ji wan wergirin ku pirsên bi vî awayî bûn: "Nêrînên mamosteyên kurdî derbarê standardîzasyon û zimanê standard de çi ne?, Nêrînên mamosteyên kurdî derbarê kurmanciya standard de çi ne?, Têgehên derveyî kurmanciya standard dimînin çi ne?”. Encamên van pirsan de 6 heb tema derketin: (1) Nêrînên mamosteyan ên standardîzasyonê (2), Nêrînên mamosteyan ên kurmanciya standard, (3) Nêrînên mamosteyan dema marûzî kurmanciya standard dibin, (4) Kurdiya nestandard, (5) Baweriya gel ku "kurdiya me ne ya heqîqî ye”, û (6) Binavkirinên kurdî ye. Digel van temayan me bintema û kod jî diyarkirin û li gorî van me ev mijar di peywenda kurmancî de nirxand.

Keywords

Nitel çalışmatematik analizstandart dilstandart Kürtçestandart Kurmanci

152 views · 94 downloads