IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Kurdiname
  • Issue:10
  • Mersiyeyên Kurdîya Kurmancî Ku Li Ser Ferdên Malbatê Hatine Nivîsîn

Mersiyeyên Kurdîya Kurmancî Ku Li Ser Ferdên Malbatê Hatine Nivîsîn

Authors : Cihan Turan
Pages : 200-217
Doi:10.55106/kurdiname.1462029
View : 75 | Download : 61
Publication Date : 2024-04-28
Article Type : Research Paper
Abstract :Mersiyeya ku li ser mirina yekî jê tê hezkirin û bi qedr û qîmet e hatiye nivîsîn di edebiyata klasîk de xwedî cihekî taybet e. Mersiyeyên ku hatine nivîsîn, geh ji bo şa’iran bûne hêlîna elemkişandin û rondikrijandinê û geh jî bûne cihê metihkirinê û kirina nifir û dûayan. Ev celebê şi’irê yê ku jê re mersiye tê gotin him di edebîyata klasîk a şerqê de him jî di Edebiyata Kurdiya Kurmancî ya Klasîk de xwedî cihekî muhîm e. Di Edebiyata Kurdiya Kurmancî ya Klasîk de li ser gelek kesan mersiye hatine nivîsîn. Yek ji wan tebeqeyên ku ji bo wan herî zêde mersiye hatine nivîsîn ferdên malbatê bi xwe ne. Bi vê xebatê tê xwestin bê nîşandan di navbera sedsalên XVIII û XXIan de kîjan şa’irê Kurd çend mersiye bi Kurdîya Kurmancî li ser ferdê malbatê nivîsîne. Di vê xebatê de ewilî pênaseya mersiyeyê hat kirin û dûre li ser wan mersiyeyan hat hûrbûn ku di edebiyata klasîk de bi zaravayê Kurmancî ji ber mirina ferdên malbatê hatine nivîsîn. Ew mersiyeyên di kitêbên çapkirî û destxetan de hatin tesbîtkirin bi rê û rêbaza analîtîk hatin vekolînkirin. Bi kurtasî di vê xebatê de ew mersiyeyên ku şa’irên Kurd ên klasîk ji ber mirina ferdekî malbata xwe nivîsîne hatin lêkolînkirin û hewl hat dayîn bê nîşandan kîjan mersiyenûsî çend mersiye li ser kîjan nasê xwe nivîsîye.
Keywords : Klasik Edebiyat, Kürtçe, Kurmanci, Mersiye, Aile

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026