IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Kurdiname
  • Issue:11
  • Di Navbera Nerît û Teknolojiyê da: Jiyan û Hunera Aşiq û Sazbend Elî Dore

Di Navbera Nerît û Teknolojiyê da: Jiyan û Hunera Aşiq û Sazbend Elî Dore

Authors : Sevim Hatun Sürücü
Pages : 75-94
Doi:10.55106/kurdiname.1536260
View : 41 | Download : 35
Publication Date : 2024-11-29
Article Type : Research Paper
Abstract :Kurte Çanda devkî, bîra hevpar a civakê ye û ev bîra civakî di merhaleyên dirêj da ava dibe û bi saya serê îcrakarên devkî tê parastin. Bi taybetî di nav wan civakên ku çanda wan a nivîskî zêde pêş neketiye, erf û edet û herwiha qewamên civakî û dîrokî sing bi sing tên veguhastin. Di edebiyata kurdî ya devkî de hilgirên vê peywirê, bi navên xwe yên cuda dengbêj, sazbend û aşiq dertên pêşberî me. Çanda devkî di gelek merheleyan ra derbas dibe û bi demê ra vegêr û vegêran jî ji guherînên demî û civakî muesir dibin û herwisa bi îcrakariyên nû ra vediguhere û berdewam dike. Bi pêşketina alavên teknolojiyê ra, çanda devkî ya ku bi têkiliya hoste-şagirt va bi rengekî adetî dewam dikir, rastî guherînên mezin hatin û vê yekê diyardeyên nû di vê çandê de peyda kirin. Elî Dore jî yek ji nûnerê vê çandê ye. Ev xebat ku xwe dispêre hevpeyvînên qadê, di çarçoveya çanda devkî ya herêma Berferatê da, bala xwe dide jiyan û berhemên Elî Dore. Di vê çarçoveyê da xebat, li ser jiyan, çavkaniyên wî yên çanda devkî û afirîneriya wî hûr dibe. Bi vê armancê kilamên aidî wî û kilamên li ser daxwazên cimaetê hatine amadekirin tên destnîşankirin. Herwiha, çend kilamên wî yên xweser, kilama bi navê “Weqasê Gundê Kiligê” ku pê navdar bûye, tevî beşeke biçûk ji Dewrêşê Evdî tên bernivîsandin.
Keywords : Kürtçe, Folklor, Elî Dore, Kilam, Adıyaman

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025