Nostaljî di Romana Tu ya Mehmed Uzun de
Authors : Salih Karaaslan
Pages : 147-166
Doi:10.55106/kurdiname.1621872
View : 13 | Download : 13
Publication Date : 2025-04-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Nivîskarên ku li Swêdê piştî salên 1980\\\'yî dest bi afirandina edebiyatê kirine, berî ku derkevin derveyî welêt, di nav xebatên siyasî de bûn. Piştî darbeya leşkerî ya 1980\\\'yî neçar man û çûn Swêdê. Ji ber dozên xwe yên siyasî gelek salan nikarîbûn vegeriyana welêt û demeke dirêj li sirgûnê jiyane. Loma di romanên xwe bêrîkirin û hesreta welêt, bi awayekî nostaljîk vegotine. Di navbera salên 1980 û 2000\\\'an de ji aliyê 13 nivîskaran ve 24 romanê Kurdî hatine nivîsîn. Di nav 13 romanên destpêkê de, ji bilî romana Çirîskên Rizgariyê ya Mihemed Dehsiwa, di 12 hebên din de nostaljî heye. Di nav wan de herî pir nostaljî bi 40 rûpelan di romana Tu ya Mehmed Uzun de derbas dibe. Ji ber vê taybetmendiyê, me ev roman weke nimûne hilbijartiye. Di romana Tu de nostaljî di çar kategoriyên sereke de derdikeve pêş: Nostaljiya Civakî û Çandî di têkiliyên civakî yên weke malbat, mêvandarî, dawet û şahiyan de xwe dide der. Herwiha di vê kategoriyê de kevneşopiyên çandî yên weke ziman, çîrok, stran û muzîk jî cih digirin. Nostaljiya Mekan û Xwezayê di bêrîkirina cih û warên weke gund, bajar, zozan û çiyayên welêt de derdikeve holê. Nostaljiya Siyasetê bêtir bi têkoşîn û berxwedana ji bo mafên netewî ve girêdayî ye û di bîranînên têkoşîna li welêt de xwe dide der. Nostaljiya Ciwanî û Evînê jî xwe di bîranînên demên ciwaniyê, evînên kevin û serpêhatiyên romantîk de dide der.Keywords : Kürt Edebiyatı, İsveç Kürt romanı, İsveç Kürt yazarları, Mehmed Uzun, nostalji.