IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Kurdiname
  • Sayı: 13
  • Binyada ROLî di Lêkerên Têper ên Kurmancî û yên Zazakî da

Binyada ROLî di Lêkerên Têper ên Kurmancî û yên Zazakî da

Authors : Fahri Karaca, Zafer Açar
Pages : 1-25
Doi:10.55106/kurdiname.1737085
View : 158 | Download : 199
Publication Date : 2025-11-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Ev xebat binyada ROLî (ROLE structure) ya lêkerên têper ên kurmancî û yên zazakî di çarçoveya teorîya ROLê (ROLE theory) da vedikole. Teorîya ROLê yek ji binteorîyên Teorîya Birêvebirin û Girêdanê (Government and Binding Theory) ye ku ji alîyê Noam Chomskyî ve hatiye pêşkêşkirin. Her lêker xwedî naverokeka semantîk (semantic) e. Li gor vê naveroka semantîk her lêker dibe xwedî hin taybetmendîyên semantîk. Lêker van taybetmendîyên xwe li argumentên (argument) xwe bar dike ku lêbarkirina van taybetmendîyên semantik wek ROL (ROLE) tê zanîn. Têkilîya argumentan û ROLên ku li wan tên barkirin binyada ROLî ya lêkerekê diyar dike. Di xebatê lêkerên têper ên kurmancî û yên zazakî li gor hejmara ROLên ku bar dikin û cureya argumentên ku binkategorîze (subcategorize) dikin hatine vekolan. Lêkerên têper ên kurmancî û yên zazakî sê cure kategorîyên argumentan binkategorîze dikin: Frêza dîyarkerî (FDI), frêza daçekî (FD) û frêza temamkerî (FTEM). Di xebatê da hatiye dîtin ku lêkerên têper ji alîyê hejmara ROLan ve du cure ne: lêkerên du-ROLî û lêkerên sê-ROLî. Lêkerên du-ROLî ji alîyê cureya kategorîyên ku binkategorîze dikin jî di bin pênc koman da hatine senifandin. Di encama xebatê da hatiye dîtin ku ji alîyê binyada ROLî ve di navbera lêkerên têper ên kurmancî û yên zazakî da bi rêjeyeka zêde, wekhevî heye.
Keywords : Yönetim ve Bağlama Kuramı, ROL Teorisi, ROL yapısı, ROL, Kurmancî, Zazakî

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026