IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Kurdiyat
  • Issue:2
  • Dualîzma “Aqil” Û “Işq”ê Di Dîwana Melayê Cizîrî Da

Dualîzma “Aqil” Û “Işq”ê Di Dîwana Melayê Cizîrî Da

Authors : Leyla POLAT
Pages : 23-36
Doi:10.5281/zenodo.4309756
View : 19 | Download : 9
Publication Date : 2020-12-20
Article Type : Research Paper
Abstract :Problematîka esasî ya dualîzmê şiûr e ku li gorî dualîzmê însan ji du pêkhateyan pêk tê ku ne mimkun e li hev bên reduktekirin. Di gengeşeyên dualîzmê da ev du pêkhate li ser hin diyardeyên dijber ava bûne; aqil û işq, jin û mêr, made û giyan, başî û xerabî çend mînak in ji wan dijberîyan. Famkirina ji dinyayê, xwegîhandina zanînê ya hebûna xwe û ya Xwedayî, têgihîştina ji dinya û axretê her dem hem problematîkên felsefe û zanistê ne hem jî yên dînan in. Dualîzm bi metoda hevsengîya dijberîyan dide dû bersivên van pirsan. Digel dualîzmê “tesewif” jî vê yekê pêk tîne û li gorî felsefeya tesewifê jî di têgihîştina însên a ji xwe û ji dinyayê da du rê mimkun in. ¬¬Însan yan bi aqilê xwe yan bi dilê xwe ji dinyayê fam dike û emelên xwe li gorî wan pêk tîne. Rengvedanên duaîlîzmê û tesewifê di edebîyata klasîk a Kurdî da jî xwe daye der. Melayê Cizîrî helbestvanê edebîyata Kurdî ya Klasîk, ji alîyê gelek vekoleran va wek mutesewif tê qebûlkirin. Di vê xebatê da hat mebestkirin ku di Dîwana Melayê Cizîrî da dualîzma aqîl û işqê bê diyarkirin. Di beşa ewil da dê derbarê Melayê Cizîrî û mutesewifîya wî da agahîyeke giştî bê dayîn; di beşa duyem da li gorî riwangehên cihê dualîzm, aqil û işq û di beşa sêyem da jî li gorî agahîyên bidestxistî di Dîwana Melayê Cizîrî da dualîzma aqilî û işqê bê hilsengandin.
Keywords : Melayê Cizîrî, Işq, Aqil, Dualîzm, Tesewif

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025