IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Kurdiyat
  • Issue:4
  • LÎTERATURA MANAŞÎ YA RÊZIMANIYA KURMANCÎ Û DIMILÎ Û RISTA WÊ

LÎTERATURA MANAŞÎ YA RÊZIMANIYA KURMANCÎ Û DIMILÎ Û RISTA WÊ

Authors : Ayhan YILDIZ
Pages : 61-80
View : 18 | Download : 9
Publication Date : 2021-12-19
Article Type : Research Paper
Abstract :Lêkolînerên ewrûpî ji nîvê duyem ê sedsala 19an ve dest bi xebatên zimannasîya kurmancî û dimilî kirîye. Piranîya wan di serî de bi zimanê îngilîzî, peyre bi almanî, bi fransî û îtalî ne. Lêkolînên ku bi zimanên din ên ewrûpî hatine kirin jî ne di nav vê lêkolînê de ne. Lêkolînerên Rûsyayê jî di heman salan de dest bi xebat û lêkolînên li ser rêzimanîya kurmancî û dimilî kirîye. Van lêkolînerên zemanê berê ev xebat û lêkolînên xwe di serdema xwe de wekî pirtûk li bajarên mîna London, Berlîn, Parîs, Roma û Moskovayê çap kirine. Herçiqas destpêka van xebatan li van welatan diçe digihîje sedsala 19an jî, piranîya wan ji serê sedsala 20î ve dest pê kirîye. Lêkolînerên ku bi zimanê erebî û tirkî xebatên xwe çap kirine, Yûsuf Zîya Paşa ne tê de hema hema hemûyan ji serê sedsala 20î ve dest bi van lêkolînan kirîye. Xebatên ewil ên bi kurmancî ku li ser rêzimanîya kurdî ne, bi muderrisên medreseyên wan, ji sedsala 17an ve dest pê kirîye; bes hejmara herî zêde di sedsala 20î derketîye. Gava lêkolînerên zimannasîya kurmancî û dimilî yên îro çavê xwe li vê lîteraura qedîm bigerînin, helbet dê kullîyateke muhteşem bibînin. Çi heye ku digel vê dewletmendîya lîteraturê û digel ku zêdetirî 150 sal bi ser hin van xebatan de derbas bûye, hîna jî piranîya wan nahên naskirin, li kurmancî yaxud dimilî nehatine wergerandin û çapkirin. Lewre manaşa nû ya vê lîteraturê ji ked û xebata van lêkolînên klasîk mehrûm maye û keda wan li erdê maye. Ji ber vê, vê gotarê hewl daye ku li gor derfetan xwe bigihîne wan, wan bide naskirin û ji bo lêkolînên nû yên rêzimanîya kurmancî û dimilî gera li lîteraturê hêsan bike.
Keywords : Rêzimanîya kurmancî, rêzimanîya dimilî, lêkolînên klasîk

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025