Journal article
Mela ‘Ebdirrehîmê Westanî û Şerha Wî li ser Dîwana Melayê Cizîrî
Abstract
Dîwana Melayê Cizîrî yek ji şaheserên edebîyata kurdî ya klasîk e û di medreseyan de hatiye xwendin. Ji ber vê yekê gelek alim û edîbên kurdan li ser Dîwana Melayê Cizîrî şerh nivîsine. Yek ji wan şerhan jî ya Mela ‘Ebdirrehîm insert ignore into journalissuearticles values(1894-1956); ye ku ew ji Westana Wanê tê dinyayê. Şerha Mela ‘Ebdirrehîmê Westanî heta roja îro wek destnivîs veşartî maye û di alema zanistî de nehatiye niyasîn. Westanî şerha xwe bi sê zimanan an ku bi erebî, farisî û tirkiya osmanî nivîsiye û di şerhê de gelek haşiye û tarîx danîne. Mijara vê nivîsarê nasandina Mela ‘Ebdirrehîmê Westanî û şerha wî ya li ser Dîwana Melayê Cizîrî ye. Em hêvî dikin ku bi vê nivîsarê şerha Westanî dê di lîteratura edebiyata kurdî ya klasîk de zêde bibe.
Keywords
84 views · 25 downloads
