IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Kurdiyat
  • Issue:10
  • Şerê Gamêşvanê di Wesîqeyên Dîrokî û Kilamên Dengbêjan da

Şerê Gamêşvanê di Wesîqeyên Dîrokî û Kilamên Dengbêjan da

Authors : Önder Beyter
Pages : 67-87
Doi:10.55118/kurdiyat.1555616
View : 99 | Download : 103
Publication Date : 2024-12-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Şerê Gamêşvanê yek ji wan bûyerên dîroka Kurdî ye ku di destpêka sedsala 20em da qewimiye û bûye sedema kuştina gelek însanan. Ji ber ku di encama vî şerî da gelek însan hatine kuştin, karbidestên dewletê yên wê hingê bi awayekî cidî li ser meseleyê rawestiyane û xwestine bêtir tedbîr bên wergirtin da ku rêtina xwînê dewam neke. Herweha vê bûyerê rengê xwe daye kilamên dengbêjan jî. Îja di vê gotarê da bi metoda wesfî û berawirdî hewl hatiye dayîn ku li ber roniya wesîqeyên arşîva Osmanî û herweha kilamên dengbêjan ew yek were fêmkirin ka ev şerê ku di sala 1907an da li gundê Gamêşvanê qewimiye, ji ber çi sedemê derketiye û di vê babetê da wesîqeyên dîrokî û kilamên dengbêjan ji hevdu digirin yan na. Di vê çarçoveyê da ev wesîqe û kilam hatine berawirdkirin û analîzkirin. Di encama vê lêkolînê da hatiye tesbîtkirin ku yekane fikar û tatêla peywirdarên dewletê yên di belgeyan da diaxivin, bi tenê pergala qamûyê û îstiqrar e, qet serê xwe pê neêşandine yan jî ji bo wan giring nebûye ka çend kes û ji bo çi hatine kuştin. Lê di kilaman da salixê meydana şerî hatiye dayîn û leheng tevî wesfên xwe hatine nasandin.
Keywords : Dengbej, Kilam, Osmanlı arşivi, Gameşvan çatışması, Haydaran aşireti

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025