- Kurdiyat
- Issue:10
- Vekolînek li ser Cureyên Bêjeyên Metinên di Pirtûka Dersa Kurmancî ya Pola Heştem da
Vekolînek li ser Cureyên Bêjeyên Metinên di Pirtûka Dersa Kurmancî ya Pola Heştem da
Authors : Bayram Gökhan, Kenan Bulut
Pages : 121-142
Doi:10.55118/kurdiyat.1588983
View : 51 | Download : 73
Publication Date : 2024-12-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Di bin banê Wezareta Perwerdeya Neteweyî da ji sala 2012an pê ve perwerdeya hin zimanan wek dersên hilbijêrkî hate pêşkêşkirin. Yek ji van zimanan jî kurdî ye ku bi zaravayên xwe kurmancî û zazakî di nav van dersan da cih digire. Îro di xwendingehên navîn da ango ji pêlika pola pêncem heta pêlika pola heştem dersa kurmancî yan jî zazakî bi awayê hilbijêrkî dikare bê vekirin. Armanca vê xebatê, vekolîna cureyên bêjeyên metinên di pirtûka dersa kurmancî ya pola heştem da ye. Di vê xebatê da, li gor cureyên bêjeyan dabeşbûna bêjeyên di metinên berhema navborî da, hatiye tesbîtkirin. Ev xebat li gor rêbaza vekolîna çawanî (qualitative research methods) hatiye rêvebirin. Di xebatê da dane bi rêya analîza dokumentê (document analysis) hatine bidestxistin. Materyala xebatê, 35 metinên di pirtûka dersa kurmancî ya pola heştem da ne ku aîdê weşanên Wezareta Perwerdeya Neteweyî ne. Daneyên hatine bidestxistin, bi rêya analîza teswîrî (descriptive analysis) hatine analîzkirin, bi tabloyan hatine pêşkêşkirin û şirovekirin. Di dawîya xebatê da metinên di pirtûka dersa kurmancî ya pola heştem da serhev 12594 (bi tevî dubareyan) bêje hatine tesbîtkirin. Di hemû metinan da 4347 navdêr, 2165 lêker, 775 rengdêr, 925 hoker, 1714 cihnav, 1313 daçek, 1226 gihanek û 129 baneşan hatine bikaranîn. Tê dîtin ku metinên di pirtûka dersa kurmancî ya pola heştem da herî zêde navdêr herî kêm baneşan hatine bikaranîn. Di metinên agahîder da 9781, yên hîkayetî da 2134 û helbestan da 679 bêje hatine bikaranîn. Di dawîya xebatê da, di serî da ji amadekar û sepînerên bernameya hînkirinê û nîvîskarên pirtûka dersê, paşê jî ji kes û sazîyên pêwendîdar ra hin pêşnîyaz hatine kirin.Keywords : İnceleme, Kurmancî ders kitabı, Sekizinci sınıf, Metin, Sözcük türleri