Xewneke Polîtîk: Çîroka Cemîl Saîb Di Xew de
Authors : Sinan Çakar
Pages : 143-155
Doi:10.55118/kurdiyat.1589494
View : 113 | Download : 107
Publication Date : 2024-12-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Xewn, di jiyana mirovan de û hema bêje di nava hemû dîn û çandên cur bi cur de ciyekî xwe yê taybet heye. Pêşeroja mirovayetîyê bigire heta roja îro, di jiyana mirovan de bibandoreke mezin xwe daye der. Gelek kesan li ser xewnê serê xwe êşandine û herweha gelek wate jî jê derxistine. Ji bona vê termê gelek pirtûk hatine nivîsîn û di rêya şirovekirina xewnan de mirovên taybet derketine holê û ev mesele an jî ev babet ji xwe re kirine mesele û meslek. Zêdetir jî ji hêla dînî û psîkolojîk ve gelek nihêrînên cuda derketine holê. Vê termê heman demê bandor li edebiyatê kiriye û di edebiyata cîhanê de cîyê xwe girtiye. Rengvedana xewnan di edebîyatê de caran weke bertekekê û bi helwest û mebesteke polîtîk hatine nivîsîn. Di edebiyata kurdî de jî metnên bi vî awayî hatine nivîsîn. Yek ji van metnan jî çîroka Di Xew De (Le Xewma) ya Cemîl Saîb e. Nivîskar ji bo rexne û hilsengandina serdemekê dîrokî xewnê weku amûrekî bikartîne. Ev xebat Di Xew de ya Cemîl Saîbî di çarçoveya bertekeke polîtîk de analiz dike û hildisengîne.Keywords : Öykü, Rüya, Şêx Mehmûd Berzencî, Di xew de, Le xewma, Cemil Saib