IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Kurdiyat
  • Sayı: 11
  • Danasîna Navdarên Kurdan bi navbeynkariya Pirtûkên Zarokan

Danasîna Navdarên Kurdan bi navbeynkariya Pirtûkên Zarokan

Authors : Ferhat Çiftçi
Pages : 19-33
Doi:10.55118/kurdiyat.1671930
View : 138 | Download : 51
Publication Date : 2025-06-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Edebiyata zarokan ji aliyê geşedana zarokan ve derfetên giring dihewîne. Feydeyeke edebiyata zarokan ev e ku zarok bi navbeynkariya berheman dibin xwediyê nirxan û ji aliyê kesayetiyê ve rêya xwe dibînin. Ji bo vê yekê hin berhemên edebiyata zarokan li ser jiyana navdaran radiwestin. Bi vî awayî bi navbeynkariya jiyana navdaran zarok hem dibin xwedî nirxên gerdûnî hem jî yên neteweyî. Di vê xebatê de danasîna navdarên kurdan bi navbeynkariya pirtûkên zarokan çawa ye û ew bi kîjan şiklî di van berheman de cih girtine hatiye armanckirin. Ji bo vê yekê digel hin prensîbên edebiyata zarokan hin pirtûkên mînak ên ku jiyana navdarên kurdan ji xwe re kirine mijar bi rêbaza analîza dokumanê hatiye nirxandin. Di nirxandina berheman de jî rêbaza analîza naverokê hatiye bikaranîn. Di vê xebatê de pirtûkên mînak penc heb in û ji aliyê Yasemin Elban ve wekî rojnivîskên keçikeke piçûk a kurd hatine nivîsîn. Di pirtûkên mînak de navê serlehengê Xecê ye û ew di nav sêwirandinên cihêreng de li pey navdarên kurd ên edebî û dîrokî yên wekî Ehmedê Xanî, Dewrêşê Evdî, Celadet Bedirxan, Mestûre Xanima Erdelanî û Evdalê Zeynikê ye. Şêweyên danasînê yên navdarên kurdan ji bo zarokan di pirtûkên mînak de di bin van sernavan de hatine nirxandin û şirovekirin: Şêweya honakê; rêjeya honakê; hevgiriya rasteqînî û honakê; şêweya vegotinê; taybetiyên navdarên kurdan ku tên mînakgirtin; bi navbeynkariya navdarên kurdan nasandina çand, jiyan û dîroka kurdan; ji bo guherîna leheng û xwîneran rola navdarên kurdan; di navbera leheng, xwîner û navdarên kurdan de hesta wekîhevbûnê; bidestketina karînên hestyarî. Di dawiya xebatê de hat dîtin ku zarok, bi navbeynkariya van pirtûkan ji aliyê neteweyî ve van navdaran dê nas bikin, fêrî jiyan û taybetiyên wan û hwd. bibin, mînakên ji çand û dîrokê xwe bibînin; ji aliyê gerdûnî ve jî xwedî hin tevgerên erênî bibin.
Keywords : çocuk edebiyatı, çocuk kitapları, yaşam öyküsünün kullanımı, kürt büyükleri, kürt büyüklerinin tanıtımı

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026