Journal article
Tesbît û Analîza Çavkanîyên Gulzara Şêx Tahirê Şûşî
Abstract
Gulzar, sîyereka menzûm a kurdî ye ku di sedsala bîstemîn da ji alîyê Şêx Tahirê Şûşî ve hatîye nivîsîn. Li gorî lêkolînên heta niha hatîne kirin Gulzar, ji alîyê hejmara beytan ve mesnewîya herî mezin a zimanê kurdî ye. Ev gotar, li ser çavkanîyên vê berhemê hatîye nivîsîn. Di gotarê da Gulzara Şêx Tahirê Şûşî wekî navend hatiye girtin û 39 çavkanîyên ku Şûşî di nivîsandina vê berhemê da bi kar anîne bi awayekî hûrgilî hatîne tesbîtkirin, dabeşkirin, analîzkirin û nirxandin. Ji bo ku tevlihevîyek çênebe çavkanîyên Gulzarê di bin sernavên “Berhem” û “Kesayet”ê da hatîne dabeşkirin û şîrovekirin. Armanca vê lêkolînê ew e ku çavkanîyên ku Şûşî ji bo nivîsandina Gulzarê sûd ji wan wergirtî tesbît û analîz bike û bi vî şiklî jî cihê Gulzarê di sîyernûsê da tesbît bike. Di encama vê lêkolînê da hate tesbîtkirin ku Şûşî di Gulzarê da, ji gelek cure çavkanîyan sûd wergirtîye ku piranîya wan di nav çavkanîyên bingehîn ên sîyernûsê da cih digirin.
Keywords
206 views · 234 downloads
