Avakirina Hişmendiyeke Cuda: Kurdayetî di Helbesta Kawa Nemir de
Authors : Ferhat Yılmaz
Pages : 100-110
Doi:10.55118/kurdiyat.1811770
View : 88 | Download : 205
Publication Date : 2025-12-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Ev gotar di helbestên Kawa Nemir de avakirina hişmendîya kurdayetîyê vedikole. Gotar hewl dide rave bike ka Nemir hişmendîya kurdayetîyê bi rêya dîrok, ziman, erdnîgarî, leheng û sembolan di helbestên xwe de çawa ava kiriye. Ev gotar li ser tevahîya berhemên Nemir ranaweste, tenê helbestên wî vedikole yên ku derbarê mijara nasname û hişmendîya kurdayetîyê de ne. Werger û berhemên ne-helbestî di çarçoveya lêkolînê de nînin. Di vê gotarê de bi rêka xwendina çawanîyê helbestên bijartî yên Nemir bi awayekî tematîk û sembolîk bi rêbaza dahûrîna nivîsê (close reading) hatine vekolandin. Amajeyên bi dêrîniya zimanê kurdî, referansên dîrokî û erdnîgariya kurdan ku Nemir di avakirina hişmendiya kurdayetîyê de bi kar anîne ji bergeha şirovekirinê ve hatine nirxandin. Di encama lêkolînê de hate dîtin ku avakirina hişmendîya kurdayetîyê di helbestên Nemir de li ser bingehên berdewamîya dîrokê, aîdîyeta erdnîgarî û nasnameya zimanî hatiye avakirin.Keywords : modern Kürt şiiri, kimlik, kürtlük, bilinç, Kawa Nemir
ORIGINAL ARTICLE URL
