IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Kurdiyat
  • Sayı: 12
  • Welat û Dîkatomîya “em” û “yên din” di Gazîya Welat a Ebdurrehîm Rehmî de

Welat û Dîkatomîya “em” û “yên din” di Gazîya Welat a Ebdurrehîm Rehmî de

Authors : Mehmet Yonat
Pages : 47-66
Doi:10.55118/kurdiyat.1812471
View : 78 | Download : 168
Publication Date : 2025-12-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Ebdurrehîm Rehmî Hekarî (Zapsu) yek ji zanyar û rewşenbîrên dema serdema dawî ya Osmanîyan û serdema ewil ya Tirkîyeyê ye. Wî gelek berhemên edebî nivîsîne ku yek ji wan serîya “Gazîya Welat” e ku ji helbestên muxtelîf pêk tê. Ew serdema ku Hekarî tê de jîyaye û sergûzeşta wî ya şexsî, bûne sebeb ku ew ji fikrên curbicûr bandor bigire. Armanca vê xebata qualîtatîf ew e ku gotara “welat” ya Ebdurrehîm Rehmî ya di serîya “Gazîya Welat” de kişf bike. Ev xebat di çarçoveya dijberîya grubên “em” û “yên din” de xwestîye derxe meydanê ka Hekarî welat, problemên wî welatî, çareserîyên probleman di gotara xwe de çawa daye der. Ev xebat xebateke kualîtatîf e û daneyên vê xebatê ji serîya “Gazîya Welat” hatiye standin. Daneyên bi welat ve eleqedar in bi analîza tematîk ve hatine analîzkirin. Di gel analîza tematik analîza gotarî jî hatîye bikaranîn. Lewra ev analiz ji bo konsepta welatî ya Hekarî bê fêmkirin çarçoveyeke berfireh û kûr dide. Şirovekirina van daneyan jî di çarçoveya rastîya civakî û sîyasi ya serdema Hekarî de hatîye kirin. Di encama van analîzan de hatîye dîtin ku welat ji bo Hekarî cihekî dûr û xweş e. Li wê derê feqîrî û belengazî heye. Sebeba vê jî cehaleta welatîyan e ku nikarin “dost” (em) û “dijmin”an (yên din) ji hev derxin. Ev xebat ji bo fêmkirina dunyaya rewşenbîrî ya kurdên serdema dawî ya Osmanîyan û destpêka Cumhurîyetê giring e. Lewra ew bandor îroroj jî xwe dide der.
Keywords : vatan, eleştirel söylem analizi, “biz” ve “diğerleri”, Abdurrahim Rahmi, Gazîya Welat

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026