Kodguherîn di Peywenda Duzimaniyê da: Mînaka Kurmanciya Îdirê
Authors : Yusuf Taştan, Tahirhan Aydın
Pages : 83-99
Doi:10.55118/kurdiyat.1819884
View : 125 | Download : 230
Publication Date : 2025-12-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Di erdnîgarîyên pirneteweyî da, têkilîyên mirovî dibin sedem ku komên etnîkî yên cihêreng di warê zimên da bandorê li hev bikin. Li Îdirê, hem ji ber ku kurd û tirk di nav hev da dijîn hem jî ji ber fermîbûna zimanê tirkî û polîtîkayên zimên ên fermî; bandora zimanê tirkî zêdetir li ser axaftina kurdî ya kurdên Îdirê çêbûye. Ev rewş bûye sedem ku kurdên Îdirê gelek kodên kurdî biguherînin û kodên tirkî veguhêzin nav axiftina xwe ya kurdî, ku ev jî di zimannasîyê da wekî kodguherîn (code-switching) tê nasîn. Armanca vê xebatê ew e ku axiftina kurdî ya kurdên Îdirê, di çarçoveya kodguherînê da binirxîne ka kodguherîn di kurdiya kurdên Îdirê da di kîjan astê da û di kîjan kontekstan da pêk tê. Xebat, pêşî çarçoveya teorîk a kodguherînê li ser bingeha pênaseyên lêkolînerên wekî Poplack, Crystal, Muysken, Wardhaugh û Scotton pêşkêş dike. Pişt ra balê dikişîne ser cureyên kodguherînê û pêwendîya navbera kodguherîn û deynkirinê (borrowing) nîqaş dike. Di beşa analîzê da mînakên têkildarî mijarê yên di axiftina kurdîya Îdirê da, têne pêşkêşkirin. Ev mînak, di warê kodguherîna navberristeyî (inter-sentential) û kodguherîna navristeyî (intra-sentential) da têne vekolîn. Daneyên xebatê nîşan didin ku di axiftina kurdî ya kurdên Îdirê da hem di asta navberristeyî da hem jî di asta navristeyî da gelek kodên tirkî têne dîtin û ev kod bi awayên cuda cuda di nav axiftinê da cî digirin. Ji ber ku di nav xebatên derheqê kurmancî da, xebatên li ser kodguherînê ne zêde ne; ev xebat dê ji bo lêkolînên nû yên di vî warî da bibe çavkanîyekê.Keywords : dil teması, ikidillilik, kod değiştirme, ödünçleme, Kurmanci Kürtçesi, Iğdır
ORIGINAL ARTICLE URL
