- Mukaddime
- Volume:8 Issue:3 - Special Issue, Melaye Ciziri
- Bîbliyografyaya Melayê Cizîrî / The Bibliography of Malaye Jiziri
Bîbliyografyaya Melayê Cizîrî / The Bibliography of Malaye Jiziri
Authors : Abdurrahman Adak, Hayrullah Acar, Yakup Aykaç
Pages : 171-199
Doi:10.19059/mukaddime.364334
View : 38 | Download : 10
Publication Date : 2017-12-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Dîwana Melayê Cizîrî di nav edebiyata Kurdî de yek ji navdartirîn û berbelavtirîn behemên edebî ye. Ji ber vê yekê jî gelek destnivîs, çap, şerh û wergerên wê hene. Herwiha derheqê Mela û Dîwana wî de vê dawiyê gelek xebatên lêkolînî jî hatine kirin. Mirov dikare bibêje ku di edebiyata Kurdî de ji aliyê bîbliyografya û lîteraturê ve Melayê Cizîrî û Dîwana di asteke gelekî bilind de ye. Ev nivîsar jî li ser Melayê Cizîrî û dîwana wî xebateke bîbliyografîk e. Armanca vê nivîsarê, di çarçoveya zanista bîblîyografyayê de tesbîtkirin, berhevkirin û nasandina xebatên têkildarî Melayê Cizîrî ne. Rabirdûya xebatên li er Melayê Cizîrî, nasandina hin xebatên lêkolînî yên girîng û amadekirina lîsteyên bîbliyografîk bi awaykî sîstematîk mijarên bingehîn ên gotarê ne. Biwarên ku lîsteyên wan hatine amadekirin ev in: Nusxe û çapên Dîwana Melayê Cizîrî, pirtûkên lêkolînê yên li ser Mela, şerhên Dîwana Melayê Cizîrî, tezên zanîngehan, meqale û ansîklopediyên akademik, teblîxên sempozyum û konferansan û nivîsarên kovarên populer.Keywords : Mela Ehmedê Cizîrî, Dîwana Melayê Cizîrî, Helbestên Melayê Cizîrî
ORIGINAL ARTICLE URL
