IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Mukaddime
  • Volume:14 Issue:2
  • Pênase û Taybetmendîyên Lorîyan

Pênase û Taybetmendîyên Lorîyan

Authors : Mustafa ÖZTÜRK
Pages : 385-415
Doi:10.19059/mukaddime.1250011
View : 46 | Download : 54
Publication Date : 2023-05-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Lorî, cureyeke anonîm a edebîyata kurdî ya gelêrî ye. Dema ku zarok tên şîrdayin, xewandin, aşkirin an jî ji bo girîyê zarokan bê rawestin ji alîyê dayikan ve tên vegotin. Ne tenê dayik, ji alîyê pîrik, dapîr, metik, xwişk, xaltîk, jinbir, jinap û hwd. ve jî tên vegotin. Li deverên kurdan yên ji hev cuda ev cureya edebî weke lorî, lorîn, lorik tê binavkirin. Dikare bê gotin ku, di binavkirina vê cureyê de lihevkirineke civakî heye. Di vê xebatê de pênase û taybetmendîyên lorîyan tê niqaşkirin. Ji nav taybetîyên lorîyan ya herî berbiçav, nedîyarbûna vebêjerê wan ê ewil û xwerûbûna zimanê wan e. Ji ber ku mixatabê esasî yê vê cureyê bebek û zarok in, bi hesta dayiktîyê tên hilberandin û îcrakirin. Ji alîyê teşeyî ve rêgezên teqez ji bo hemû lorîyan ne derbasdar e; lewra tê tesbîtkirin ku ji alîyê teşeyê vê lorîyên tekûz jî hene û yên netekûz jî hene. Têkilîyên lorîyan bi cureyên anonîm yên wekî qewlêrk, zûgotinok, zêmar û hwd. re jî hene ku, ev têkilî di hinan de şêweyî, di hinan de jî naverokî ye. Lorî bi melodîyeke taybet tên îcrakirin û ji bo perwerdehîya zarokan weke amûrekê jî tê pejirandin. Mijarên lorîyan gelekî curbicur e; bi zarokan re têkildar çi hebe dikare bibe mijarên lorîyan. Piştî ku pênase û taybetmendîyên lorîyan bi vî awayî ve hat lêkolan, hin nûve di beşa encamê de hatin parvekirin: Divê lorîyên kurmancî ji alîyê şêweyê ve weke lorîyên tekûz û yên netekûz bên senifandin. Ji ber ku lorî, ji alîyê jinan ve, li gorî hest û ramanên jinane tên hilberandin. Divê lorî weke cureyeke “edebîyata jinan” jî bê pejirandin. Berhemên ewqas balkêş in ku hem di welidînê de û hem jî di mirînê de tên îcrakirin. Gelek zêmar hene ku li ser mirîyan wek lorîyan tên vegotin. Derbarê lorîyan de xebatên akademîk her çiqas gihaştibe astekê jî, hêj pêdivî bi xebatên teorîk re hene.
Keywords : Kürt halk edebiyatı, anonîm, ninni, çocuk, anne, Edebîyata gelêrî, lorî, zarok, dayik, Kurdish folk literature, anonymous, lullaby, child, mother

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025