IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Nubihar Akademi
  • Sayı: 24
  • Di Seyahatnameyên Lêkolerên Ewropî da Jinên Kurd

Di Seyahatnameyên Lêkolerên Ewropî da Jinên Kurd

Authors : Habibe Polattağ
Pages : 49-63
Doi:10.55253/nubihar.2025.1662050
View : 70 | Download : 127
Publication Date : 2025-12-31
Article Type : Research Paper
Abstract :Lêkolerên Ewropî di sedsalên 18 û 19an da li Rojhilata Navîn lêkolînên berfireh kirine. Hemû miletên Rojhilatê bûne mijara lêkolînên wan. Hin ji wan mîsyoner hin ji wan gerok hin ji wan jî peywirdarê leşkerî bûn. Lêkolerên Ewropî ligel miletên Rojhilat ên din di derbarê kurdan da jî xebat kirine. Di van xebatan da wan bi her awayî li ser kurdan vekolîn kirine. Ew li nav gelek eşîrên kurd gerîyane û erdnîgarîya kurdistanê bi hûrgilî analîz kirîye. Jinên kurd ji ber ku ji jinên miletên cînar cuda ne û li gor wan xwediyê azadiyekê ne gelekî bala wan kişandine. Lêkolerên Ewropî li ser jinên kurd ji alîyê civakî, siyasî, leşkerî û dînî ve lêkolîn kirine. Em di xebatên wan da portreyên jinên cuda dibînin. Hin ji wan rastî jinên jar û bêhêz hatine hin ji wan jî rastî jinên xwedîdesthilat hatine. Piranîya wan di wê fikrê da ne ku jinên kurd li gor yên ereb, tirk û farisan xwedî azadîyekê ne û naşibin jinên Rojhilata Navîn ên bindest. Ev çavkanî di derbarê rola jinê da agahîyên giring didin me. Li gor wan jina kurd rûyê xwe nagire, ji xerîban nareve û xwedî şexsiyetekê ye. Jinên weke Edûle Xanim û Fatma Xanim gelekî bala wan kişandine û bûne mijara lêkolînên wan.
Keywords : Kürt kadın, Orta Doğu, Adile Hanim, Fatma Hanım (Kara Fatma)

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026