Taybetmendîyên Şêwezarê Şêxbizinî
Authors : Zülküf Ergün, Mehmet Emin Özgür
Pages : 23-47
Doi:10.55253/nubihar.2025.1767012
View : 368 | Download : 308
Publication Date : 2025-12-31
Article Type : Research Paper
Abstract :Şêxbizinî piştî zarên kurmancî û zazakî şêwezarê kurdî yê sêyem e ku li Tirkîyeyê tê axaftin. Şêxbizinîyên ku bi vî şêwezarî diaxivin, di sedsala 16em da di encama milmilaneya Osmanî û Sefewîyan da ji nav sînorê Îrana wê demê ber bi desthilata Osmanî koç dikin û bi demê ra li cografyayeke berbifreh belav dibin. Herçend şêxbizinîyên li Îraqê ji alîyê zimanî ve di nav kurdîya soranî da bihelin jî li Tirkîyeyê di asta axaftinê da dikarin şêwezarê xwe biparêzin. Armanca me ji vê gotarê ew e ku em taybetmendîyên cîyaker ên şêxbizinî rave bikin û cihê wê di nav zar û şêwezarên kurdî yên din da destnîşan bikin. Ji ber vê em bêhtir li ser taybetmendîyên cîyaker ên şêxbizinî zûr dibin û wê bi zarên din ên kurdî ra berawird dikin. Piştî nirxandinên li ser deng, teşenasî û ristesazîya şêxbizinî em digihîjin wê encamê ku şêxbizinî şaxeke zarên kurdîya başûrî ye ku bi demê ra karîgerîya kurmancî li ser çê bûye.Keywords : Şeyhbızınice, Kürtçe, Altlehçe, Güney lehçesi.
ORIGINAL ARTICLE URL
