Journal article

Çend Dokument ji Serdema Mîrektiya Melkîşî

Abstract

Mîrektiya Melkîşiyan li derûdora Çarsancaqa Dêrsimê ku ji Çemişgezek, Mazgirt, Pertek û Saxmanê pêk dihat desthilatdarî kiriye. Desthilatdariya wan di sedsala XIV’an de dest bi kiriye û heta bi serdema Osmaniyan dewam kiriye. Mîrê pêşî yê vê malbatê ku çavkanî behs dikin Xalid el-Melkîşî el-Kurdî ye. Di vê nivîsarê de nivîsteka Medreseya Yelmaniye ku ji hêla nêviyê Xalid Beg Yelman Beg hatiye ava kirin; tirbên du mîrên Melkîşiyan û çend diravên ku ji hêla mîrên Melkîşiyan ve li Çemişgezekê li ser navê deshilatdarên serdemên xwe hatine çapkirin tên pêşkêşkirin. Di dawiyê de jî şecereya mîrên Melkîşiyan heta serdema Osmaniyan hatiye çêkirin

Keywords

KurdMîrektîMelkişîDokument

49 views · 10 downloads