Journal article

Mela Ebdullahê Kotalî û Helbestên Wî Yên Kurmancî

Abstract

Mela EbdullahêKotalî, bi eslê xwe ji gundê Karaköy girêdayî bi Gimgima insert ignore into journalissuearticles values(Varto); Mûşê va ye, kesayetekî îlmî ye û gelek berhem nivîsandine û tesîrek mezin li medreseyên Kurdan kiriye. Ew, ji alîyekî dî va kesayetekî edebî ye û wî bi Erebî, Farisî û Kurdî berhemên edebî yên menzûm jî dane. Berhemên wî yên Kurdî ku menzûm in Kîtabu’l-lu ġetî’t-Turkîyye we’l-Kurdîyye ye. Lê ji xeynî vê berhema menzûm helbestên wî jî bi Erebî, Farisî û Kurmancî hene û heta niha weke destxetan mane. Di mecmu‘eyek destxet da ya ku li ber destê me ye da gelek helbestên bi Erebî û Farisî yên Mela Ebdullah û 5 helbestênwî yên Kurdî ya Kurmancî cih digrin. Mecmû‘e destxetaMela Ebdullah bi xwe ye a niha li cem kurê wî Mela Asim e. Mexlesa Mela Ebdullah ya ku di van helbestan da xebitandiye “Ebdullah” e. Ev gotar li ser danasîn û weşandina helbestênMela Ebdullah yên Kurmancî radiweste. 

Keywords

Mela Ebdullahê KotalîMecmûeyên DestxetGimgimHelbest

43 views · 9 downloads