IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Nubihar Akademi
  • Volume:4 Issue:12
  • Qewa‘Îdêd Serfa Kurdî (I, II) A Mela Mehmûdê Bazidî

Qewa‘Îdêd Serfa Kurdî (I, II) A Mela Mehmûdê Bazidî

Authors : Tahirhan AYDIN
Pages : 89-98
View : 17 | Download : 6
Publication Date : 2019-12-01
Article Type : Research Paper
Abstract :Ev destxeta bi navê “Qewa‘îdêd Serfa Kurdî” a ku ji alîyê Aleksandre Jaba ve wek `Conjugaison des Verbes Kurdes` hatiye binavkirin ku kişandina lêkerên kurdî, cureyên demê û yên peyvan dihundirîne, yek ji berhemên girîng ên derheqê rêzimana Kurdî da ye ku di koleksîyona Jaba da cih girtîye. Mela Mehmûdê Bazidî ji bo hevalê xwe Aleksandre Jaba, li Erzurûmê sala 1866an amade kiriye. Bazidî ne navek li berhemê kiriye û ne jî navê xwe li ser nivîsîye. Destxet di teşeyê defterekê da ye ku ji du heb berhemên bi hev ve zeliqandî pêk tê û her yek ji wan kêmzêde 46 wereq e. Di xatîmeya pirtûka ewil da, Bazidî dibêje ku berhem derheqê usûla qewaîdên nehw/hevoksazî û serfê/peyvsazîyê da ye. Lêbelê destxet tenê peyvan, anku kişandina lêkeran û cureyên peyvan di zaravayê Kurmancîya Kurdî da dihewîne. Loma jî mirov dikare bi vê gotina Bazidî, destxetê wek “`Qewa`îdêd Serfa Kurdî` anku “peyvsazîya Kurdî” bi nav bike. Ji bilî vê nusxeya nivîskar a di koleksîyonê da tu îstînsaxeke wê tune. Destxet di Koleksîyona Jaba a li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a Rûsyayê da bi numereya Kurd46ê hatiye qeydkirin û tu nîşaneyên rizîn yan belavbûnê li se tune. Li ser rûpelên wê ku ji alîyê Bazidî ve bi mirekeba reş hatine amadekirin, gelekî werger, têbînî û latînîzekirin ji alîyê Jaba ve bi qelema resas hatine nivîsîn. Berhem bi giştî li ser peyvsazîyê anku li ser deman, cure û kişandina lêkeran û cureyên peyvan radiweste di zaravayê Kurmancî da.
Keywords : Kurdî, Bazidî, destxet

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025