IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Nubihar Akademi
  • Volume:4 Issue:13
  • Mulemme‘ û di Edebîyata Kurdî ya Klasîk de Şêweyên Mulemme‘ê

Mulemme‘ û di Edebîyata Kurdî ya Klasîk de Şêweyên Mulemme‘ê

Authors : M Zana KARAK, Seher BİŞAROĞLU
Pages : 51-79
View : 13 | Download : 7
Publication Date : 2020-06-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Di edebîyata klasîk a rojhilatî de mulemme‘ xwedî dîrokeke kevin e û nimûneyên wê yên ewil di sedsala 10em de tên xuyakirin. Helbestên bi terza mulemme‘ê di edebîyata Erebî, Farisî û Tirkî de gelek hatine nivîsîn. Kurd jî yek ji gelên Rojhilatî ne û di edebîyata Kurdî ya klasîk de jî mulemme‘ cihekî girîng digire. Li gorî agahîyên ber dest di edebîyata Kurdî de jî ji sedsala 16em heta roja me mulemme‘ên tam hatine nivîsîn. Dîsa li gorî agahîyên li ber dest yekem mulemme‘a tam a Kurdî ji alîyê Hemîdî ve hatiye nivîsîn û piştî wî gelek şairên Kurd bi şêweyên cur bi cur helbestên mulemme‘ nivîsîne. Di vê xebatê de di edebîyata Îslamî de ango di edebîyatên zimanên cîran insert ignore into journalissuearticles values(Erebî, Farisî û Tirkî); de derbarê dîroka mulemme‘ê de agahî hatin dayîn û ji edebîyatên cîranan hin nimûne hatin pêşkêşkirin. Di serî de li ser pênaseya mulemme‘ê û paşê derbarê dîroka wê de agahî hatin dayîn. Çarçoveya mulemme‘ê tam û noqsan û sînorê mulemme‘ê yê bi telmî‘ê re ji nû ve hat nirxandin. Derbarê tesnîfa mulemme‘ê û şêweyên wê yên di edebîyata Kurdî de bi berfirehî agahî hatin dayîn. Di edebîyata Kurdî de li gorî mînak û daneyên ber dest ji alîyê avakirinê ve analîzek li ser mulemme‘an hate kirin. Herweha mînakên şêweyên mulemme‘an jî hatin tesbîtkirin û ev tesbît û tesnîfa wan jî hatin pêşkêşkirin.
Keywords : Mulemme, pênase, tesnîf, şêwe, Edebîyata Kurdî ya Klasîk

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025