Journal article

Li Gorî Çar Epîzotan Berawirdkirina Çar Varyantên Destana Zembîlfiroş

Abstract

Di nav xebatên kurdî de her çiqas li ser Destana Zembîlfiroş gelek xebat hatibin kirin jî li ser epîzotên destanê zêde nehatiye sekinandin û di vê mijarê de valahiyek heye. Di vê xebatê de me xwest ku ev valahî bê tijîkirin û Destana Zembîlfiroş ji aliyê epîzotan ve bê nirxandin. Bi rêya vê xebatê çar epîzotên di Destana Zembîlfiroşê de li gorî çar vanyantên destanê hatine berawirdkirin. Epîzotên hatine hilbijartin: mekan û statuya civakî ya lehengan, hevdîtina ewil a lehengan, gihiştina lehengan û mirina wan. Varyant ji van pirtûkan hatine hilbijartin: Feqiyê Teyran ya Xalid Sadinî, Zargotina Kurda I ya Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl, Zembîlfiroşa A. Gernas û Folklora Kurmanca ya Heciyê Cindî û Emînê Evdal. Di van her çar varyantan de wek epîzoteke hevpar dikare bê gotin ku Xatûn bi tu awayî nagêhije armanca xwe; lê li aliyê din navên Zembîlfiroş û Xatûnê, mîrzadebûna Zembîlfiroşî, mirina lehengan bi rengên ciyawaz xuya dikin.

Keywords

DestanDestana ZembîlfiroşEpizotÇarVaryant

48 views · 9 downloads