IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Nubihar Akademi
  • Volume:4 Issue:15
  • Çend Kêşeyên Veguhestinê ji Kurdîya Soranî bo Kurdîya Kurmancî

Çend Kêşeyên Veguhestinê ji Kurdîya Soranî bo Kurdîya Kurmancî

Authors : Zülküf ERGÜN
Pages : 67-108
View : 11 | Download : 9
Publication Date : 2021-09-28
Article Type : Research Paper
Abstract :Kurmancî û soranî wek du zarên sereke yên kurdîyê sed sal in di nav hewldanên xwe-vejandinê da ne. Herçend ev her du zar di serdema modern da li Stenbolê li tenişta hev di heman kovar û rojnameyan da bên nivîsîn jî piştî parçebûna dewleta Osmanî û dabeşbûna kurdan ji hev dûr dikevin. Ji wê demê û vir ve ji ber hin mercên sîyasî soranî ji kurmancîyê bêhtir derfetên geşesendinê bi dest dixe û ji alîyê bêjeyên nû ve dibe zarê serçavî û kurmancî gelek bêjeyan jê werdigire. Lê ji ber dûrketinê û nebûna peywendîyeke rasterast hin ji van bêjeyan bi çewtî tên wergirtin. Ev gotar li ser van veguhestinên çewt radiweste û vê di bin sernavên tevlihevîyên semantîk, morfolojîk û fonolojîk da berçav dike. Li alîyê din bal dikêşe ser hin bêjeyan ku di soranîyê da hatine dariştin, lê niha tenê di kurmancîyê da tên bikaranîn û wan jî wek kêşeyeke din a veguhestina navzimanî dide zanîn. Ji bo berçavkirina vê rewşê me ji ferhengên sereke yên kurdîyê, pirtûk, kovar û rojnameyên giring ên kurmancî û soranîyê sûd wergirtin ku cara pêşî ev bêje di wan da hatine bikaranîn. Li ser vê bingehê ev gotar pêşnîyaz dike ku ji bo hevgirtina zarên kurdîyê giringîyeke taybetî ya veguhestina navzimanî heye, lê di vê veguhestinê da bikarînerên zarê wergir divê wan bêjeyan li gor zarê serçavî bi kar bînin û rê nedin tevlihevîyên navzimanî.
Keywords : Soranî, kurmancî, veguhestin, hevgirtin, kêşe, çewtî

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025