IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Nubihar Akademi
  • Issue:20
  • Normên Rastnivîsîna Hawarê

Normên Rastnivîsîna Hawarê

Authors : Sevda Orak Reşitoğlu
Pages : 10-32
Doi:10.55253/2023.nubihar.1377981
View : 156 | Download : 148
Publication Date : 2023-12-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Kovara Hawarê ya ku di 1932yan de dest bi weşanê dike, bi alfabeyeke nû derdikeve pêşberî xwîneran. Damezirînerê kovarê Celadet Alî Bedirxan bi hevkariya nivîskarên ji ekola Şamê, bi armanca zêdekirina rêjeya xwendin û nivîsandina kurdan, vê kovarê derdixe. Helbet ji ber ku berhemeke nûza ye, di serî de kêmasiyên wê jî hene. Danasîna alfabeyê ji hejmara ewil ve derdikeve pêşiya xwîneran, lê mijarên rêzimanê di hejmarên pêşdetir de rû didin. Kêmasiya kovarê ew e ku rastnivîsîn wekî mijar tê de cih negirtiye. Ji ber vê, ev xebat bi armanca analîzkirina qaydeyên rastnivîsîna Hawarê hatiye sazkirin. Di xebatê de her hejmareke kovarê ji serî heta binî, peyv bi peyv hatiye vekolan; rastnivîsîna mijarên wekî alfabe, lêker, daçek, gihanek, navên taybetî û hwd. hatine analîzkirin. Li gorî daneyên ku hatine bidestxistin, eşkere bûye ku ji aliyê rastnivîsînê ve standardek nehatiye sazkirin di kovarê de. Lê belê dikare bê gotin ku ber bi hejmarên dawiyê ve -ji sedî sed nebe jî- pêşketineke xurt çêbûye.
Keywords : Hawar, ziman, rastnivîsîn, Celadet Alî Bedirxan, rêziman

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026