IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Nubihar Akademi
  • Issue:21
  • Plansaziya Zimên di Xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de

Plansaziya Zimên di Xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de

Authors : Şükran Coşkun
Pages : 11-33
Doi:10.55253/2024.nubihar.1478798
View : 98 | Download : 76
Publication Date : 2024-06-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Ev xebat di çarçoveya plansazîya zimên de hat amadekirin. Xebatên plansazîya zimên yan ji alîyê kesan yan jî ji alîyê sazîyan ve tên meşandin ku dewletên serbixwe ji bo standardîzasyona zimanê fermî sazîyan ava dikin. Di vî warî de, plansazîya zimên a madî/gewdeyî û ya statuyê li Tirkîyeyê tenê ji bo tirkî hatîye meşandin. Di rewşa sosyopolîtîk a Tirkîyeyê de kurd, wekî kêmara herî mezin cih digirin û kurdî jî zimanê duyem ê herî berbelav e. Di vê konjonktura sîyasî û civakî de kurdî wek zimanekî standard bi pêş ve neçûye. Ji ber vê yeke, rewşenbîrên kurd, ji bo bilindkirina prestîja zimên û berbelavkirina zimên hewl dane, sazî ava kirine. Ji wan sazîyan yek jî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye. Enstîtu, bi xebatên xwe yên wekî; amadekirina ferhengan, amadekirina pirtûkên rêzimana kurdî, lidarxistina kursên xwendin-nivîsîna bi kurdî, çalakîyên parêzvanîya mafên zimanê kurdî derdikeve pêşberî civaka kurd. Lewma me bi vê xebatê xwest ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji alîyê xebatên we yên plansazîya zimên a madî, statu û plansazîya wergirtinê binirxînin. Çinku ji bo zimanekî standard pêdivî bi plankirina zimên heye ku xebatên sereke yên plankirinê; plansazîya madî, plansazîya statuyê û plansazîya wergirtinê ne. Ev xebat ji destpêk û sê beşan pêk tê. Di beşa yekem de derheqê plansazîya zimên û zimanê kurdî de agahîyên bi giştî hatin dayîn. Di beşa duyem de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hat nasandin û di beşa sêyem de jî xebatên enstîtuyê yên derbarê plansazîya zimên hatin nirxandin
Keywords : Zimanê kurdî, plansazîya zimên, plansazîya statûyê, plansazîya madî, plansazîya wergirtinê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025