IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Nubihar Akademi
  • Issue:22
  • Cotepeyv di Mem û Zîna Ehmedê Xanî da

Cotepeyv di Mem û Zîna Ehmedê Xanî da

Authors : Sevim Hatun Sürücü, Zafer Açar
Pages : 11-30
Doi:10.55253/2024.nubihar.1569071
View : 118 | Download : 98
Publication Date : 2024-12-31
Article Type : Research Paper
Abstract :Cotepeyv bûye têgeheke rêzimanî ku amaje bi dubareyên deng morfem an jî peyvan dike. Cotepeyvên ku weke dubareyan jî tên binavkirin ji bo bihêzkirin, xurtkirin û dewlemendkirina wateyê tên bikaranîn. Di van komepeyvan de; yan heman peyv tê dubarekirin, yan peyvên nêzwate û dijwate ligel hev tên bikaranîn yan jî peyvên hevdeng li dû hevdu tên rêzkirin. Bi van taybetiyên xwe ve cotepeyv di helbest û pexşanê da ji bo xurtkirin û dewlemendkirina wateyê ji aliyê edîb, şair û nivîskaran ve hatine bikaranîn. Ehmedê Xanî yek ji wan edîb û nivîskaran e ku di berhema xwe Mem û Zînê de ev komepeyv firawan bi kar anîne. Xebata me, nusxeyên Mem û Zîna Ehmedê Xanî yên wekî ya Yıldırım (2010), Şemrexî (2011), Doskî (2013) û ya Dost (2020) ve hatine amadekirin da ber hev û cotepeyvên berhemê analîz kirin. Ev xebat ji destpêkek û du beşan pêk tê. Destpêk bi kurtasî çarçoveya têgehî û teorîk tevî rêbaz û materyala xebatê dihewîne. Di beşa yekem de cotepeyv ji aliyê teşeyê ve, ya duyem de ji aliyê zimanê hêmanên wê ve hatine dabeşkirin û ew bi mînakên Mem û Zînê hatine nimûnekirin. Di dawiyê de cotepeyvên ku hatine tesbîtkirin bi alfabetîk hatin rêzkirin û li xebatê hatin zêdekirin. Di encamê de divê em bêjin; me di Mem û Zînê de 826 cotepeyv tesbît kirin ku hinek ji wan dikarin daxilî ji kategoriyekê zêdetir bin.
Keywords : Ahmedi Hani, Mem û Zîn, ikileme, tekrar

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025