Taybetîyên Derbiranên Qalibî yên Dîyarbekirê
Authors : Eşref Buran, Osman Aslanoglu
Pages : 71-99
Doi:10.55253/2025.nubihar.1678898
View : 69 | Download : 37
Publication Date : 2025-06-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Dîyarbekira ku xwedî dîrokeka dêrîn û çandeka qedîm e, xwedî ziman û zaravayên cuda ye jî. Dîyarbekirîyan pişta xwe dane kevirên reş yên Bedenê û bi kurdî (kurmancî- kirmanckî) û tirkî êş, jan, kêf, zewq, boçûn û hizrên xwe; kirine bêje, îdyom, stran, çîrok û hin keresteyên din yên devkî. Ji van keresteyan yek jî derbiranên qalibî ne. Derbiranên qalibî ku di jîyanê da mişt in, gelek caran xelaskerên axiver û guhdaran in û bi wan axaftin û ragihandineka baş pêk tê, bi saya serê wan hest û helwest bêyî fikirîn tên derbirîn. Derbiranên qalibî ku civak bi wan dizane; di navmalê da, li bazar û kolanê, di şîn û şahîyan da, di biwarên curbicur yên jîyanê da pirîya ku hatine gotin, bûne axaftinên klîşeyî. Ev gotinên malhazirî û klîşeyî li Dîyarbekirê jî zêde zêde hene. Di vê xebatê da, bi rêya hin derbiranên qalibî yên Dîyarbekirê yên bi zaravayê kurmancî taybetîyên derbiranên qalibî yên Dîyarbekirê hatine destnîşankirin. Herweha bi rêya rapirsîyê, encam û rêjeyên berbelavîya derbiranên qalibî yên Dîyarbekirê, hatine eşkerekirin. Li gorî van daneyan, derbiranên Dîyarbekirê xwedî varyantên cuda ne. Piranîya van derbiranan di awayê risteyê da ne û rêjeya daxwazên başîyê ji yên xerabî û nebaşîyê zêdetir in. Herweha ji % 95ê derbiranan ji alîyê beşdarên rapirsîyê ve hatine zanîn.Keywords : Characteristics of formulaic expressions, Dîyarbekir, formulaic expressions, language
ORIGINAL ARTICLE URL
