IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Nubihar Akademi
  • Sayı: 23
  • Arîşeya Navbera Bav û Kur di Vegêrana Gelêrî de: Analîzek li ser Çîroka Hesen, Şêrhesen û Gulperîyê...

Arîşeya Navbera Bav û Kur di Vegêrana Gelêrî de: Analîzek li ser Çîroka Hesen, Şêrhesen û Gulperîyê

Authors : Sami Çeliktaş
Pages : 123-138
Doi:10.55253/2025.nubihar.1691601
View : 25 | Download : 16
Publication Date : 2025-06-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Yek ji temayên bingehîn ên vegêranên gelêrî arîşeya navbera bav û kur e ku di cureyên mîna mîtos, destan, efsane û çîrokên gelêrî de xuya dibe. Bav û kur wekî du karakterên dijber li ser nakokî û tengejeyekê di nav çîroksaziya berhemê de dikevin nav rikberiyê. Di encama vê arîşeyê de astengiya ku bav çê dike bi awayekî ji holê radibe û kur dikemile û şûna bav digire. Arîşeya navbera bav û kur di nav teorî û pênaseyên mîtologan de jî cih girtiye, û kesên mîna Otto Rank, Lord Raglan û Joseph Campbell ev tema di şiroveyên xwe yên derbarê leheng de bi kar anîne. Di nav vegêranên gelêrî yên Kurdî de destan û çîrokên ku li dora vê temayê hatine honandin hene û çîroka Hesen, Şêrhesen û Gulperî jî nimûneyek ji wan çîrokan e. Di vê xebatê de me analîza vê çîrokê li dor nêrînên mîtologên navborî pêk anî û arîşeya bav û kur a di çîrokê de şirove kir. Di encamê de ji me re diyar bû ku di nav vegêranên Kurdî û yên cîhanê de ji hêla temaya arîşeya bav û kur ve hevsengiyeke naverokî heye û çîroka Hesen, Şêrhesen û Gulperî jî kêliyeke vê hevsengiyê ye.
Keywords : Halk anlatıları, Baba-oğul çatışması, Otto Rank, Lord Raglan, Joseph Campbell, Hesen, Şêrhesen ve Gulperî hikayesi

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026