Hikayeta Ferx û Stî û Berawirdiya Wê bi Çend Vegêranên Olî re
Authors : Yahya Yavuz, Necat Keskin
Pages : 139-157
Doi:10.55253/2025.nubihar.1698024
View : 37 | Download : 32
Publication Date : 2025-06-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Hikayetên gelêrî beşek ji cureyên vegêranê yê edebiyata gelêrî ne ku heta niha li ser wan kêm xebat hatine kirin. Wekî cure hikayetên gelêrî vegêranên dirêj in û bi piranî bo mezinan, li dîwan û odeyan tên vegêran. Hikayeta gelêrî ji aliyê vegêrana serpêhatî û bûyeran ve nêzîkî cureyên wek çîrok, destan û efsaneyan dibe. Lê ji hêla din ve xwedî taybetiyên xwe yên xweser e jî. Li gor lêkolînerên vê qadê hikayetên gelêrî wekî cure piştî destanan derketine holê û wekî form têkel in bi pexşan-helbestê. Herwiha hikayet li gorî rewşa civakî-çandî ji vegêranên din jî û ji yên olî jî hinek hêmanan werdigirin. An jî ji aliyê lehengan ve bi vegêranên olî re têkel dibin. Hikayeta Ferx û Stî yek ji wan hikayetan e ku di nav kurdan de tê vegêran, gelekî tê hezkirin û di erdnîgariyeke fireh de em rastî varyant û versiyonên wê yên ji hev cihê tên. Hikayet bi motîfên xwe yên derasayî û olî cuda dibe ji hikayetên din ên bi vî rengî. Em dê di vê xebatê de bi nimûneya hikayeta Ferx û Stiyê li ser hikayetên gelêrî bisekinin. Herwiha em dê hikayeta Ferx û Stîyê ji aliyê leheng û hêmanên têkildarî leheng ve bi hindek vegêranên olî re berawird bikin ku tevî hikayetê bûne.Keywords : Kürt halk edebiyatı, halk romanı, dini anlatılar, Ferx ve Stî
ORIGINAL ARTICLE URL
