IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Şarkiyat
  • Volume:15 Issue:2
  • NIMÊJNAMEYEKE KURMANCÎ YA NIVÎSKAREKÎ MECHÛL Ê SERDEMA MÎREKTÎYAN

NIMÊJNAMEYEKE KURMANCÎ YA NIVÎSKAREKÎ MECHÛL Ê SERDEMA MÎREKTÎYAN

Authors : Hayrullah Acar
Pages : 701-717
Doi:10.26791/sarkiat.1314706
View : 186 | Download : 148
Publication Date : 2023-12-31
Article Type : Research Paper
Abstract :Di edebiyatên klasik ên rojhilatê de cureyên edebî yên dînî, bi gelek berhemên ku hatine nivîsîn xwedî muktesebateke berfireh e. Di nav van berheman de yên bi zanistên Îslamî re têkildar in cîyekî muhîm digirin. Di edebiyatên rojhilatê de, di cûreyên bi zanistên İslamî re têkildar de gelek berhemên menzûm jî hatine nivîsîn. Di nav van berheman de yên derheqê zanista eqaid (eqaidname) û zanista fiqhê (fiqihname) de hatine nivîsîn bi hecm û naveroka xwe diguherin. Ev berhemana li gora pêwistîyan, di mijarên bingehîn de bi naverokeke xulasekirî, ji bo ku bi hêsanî bên jiberkirin bi awayekî menzûm, bi zimanekî sade û bi uslubeke herikbar hatine nivîsîn. Ev cure berhem bi gelemperî di bin sernavê îlmêhalê de kom dibin. Ev cure berhem di zimanên erebî, farisî û tirkî de têra xwe hene. Bi zimanê kurdî jî ji salên 1950 û vir de komek berhemên menzûm hatine nivîsîn. Ji van menzûmeyan yên derheqê eqaidê de heta niha hindik jî be bala lêkolîneran kişandine, lêbelê di warê fiqihnameyên kurdî de gelek kêm xebat hatine kirin. Ev manzûmeya nimêjê ku texmînî di sedsala 18an de hatiye nivîsîn, li gor agahîyên berdest, kevintirîn fiqihnameya Kurdî dikare bê qebûlkirin. Manzûmeya bê sernav û nivîskarê wê ne dîyar, ji alîye me ve wek "Şurutu’s-Salat”ê hatiye binavkirin, di nav destxetên Zanîngeha Marburgê ya Berlînê de di nav mecmueyekê de parastî maye. Di vê xebatê de metnê manzûmeya ku bi teşeya mesnewîyê hatîye nivîsîn û ji 67 beytan pêk hatiye bi vekolîneke kurt hatîye pêşkêşkirin.
Keywords : Edebiyata Kurdî ya Dînî, fiqihname, şurutu\'s Salat, manzumeya nimêjê, Destxetên Berlînê

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025