- Şarkiyat
- Volume:16 Issue:1
- ANALÎZA METNÊN PIRTÛKA KURDÎ (KURMANCÎ) YA POLA PÊNCEM JI ALÎYÊ HÎNKIRINA ŞIYANEWERÎYA XWENDINÊ VE...
ANALÎZA METNÊN PIRTÛKA KURDÎ (KURMANCÎ) YA POLA PÊNCEM JI ALÎYÊ HÎNKIRINA ŞIYANEWERÎYA XWENDINÊ VE
Authors : Şehmus Kurt
Pages : 461-472
Doi:10.26791/sarkiat.1484932
View : 38 | Download : 56
Publication Date : 2024-06-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Xwendin yek ji şiyanewerîyên zimanî yên bingehîn e. Lewma di pêvajoya hînkirina zimanan de hînkirina xwendinê û pêşvebirina şiyanewerîya xwendinê, yek ji armancên sereke ye. Ji ber wê yeke jî di pirtûkên hînkirina zimanî de giranî li ser metnên xwendinê û çalakîyên li ser wan metnan e. Di pirtûkên hînkirina kurdî de jî heman rêbaz tê şopandin û ew pirtûk cih didin gelek cureyên metnan. Di vê xebatê de pirtûka dersên kurdî yên hilbijêrkî ya pola pencem wek mînak hatiye wergirtin û metnên xwendinê yên di wê pirtûkê de ji alîyê hînkirina şiyanewerîya xwendinê ve hatine analîzkirin û nirxandin. Ji bo vê armancê modela xebatên teswîrî hatiye hilbijartin û li ser modela venêrîn û teknîka analîza belge û naverokê ve metnên pirtûkê, cureyên wan metnan, çalakî û rahênanên wan metnan û hevsengîya di navbera wan de hatine tesbîtkirin. Di encamê de hatiye dîtin ku di pirtûkê de bi giştî 43 metnên xwendinê hene ku têde cureyên hevpeyvîn, helbest, çîrok, pêkenok, stran û metnên serbest hene. Li ser wan metnên xwendinê bi temamî 63 çalakî û rahênan hatine sepandin ku di bin banê 8 cureyên çalakîyan de kom dibin.Keywords : Okuma, Okuma becerisi, Kürtçe öğretimi, Kürtçe dersler, 5 Sınıf Kürtçe kitabı