IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Şarkiyat
  • Cilt: 17 Sayı: 2
  • GUHERBARIYA ÇANDA DEVKÎ, XWEDÎTÎ Û EKOLOJIYA NERÎTÊ: JIYAN Û KILAMÊN EVDÊ ŞERÊ Û HESEN NAZÎ...

GUHERBARIYA ÇANDA DEVKÎ, XWEDÎTÎ Û EKOLOJIYA NERÎTÊ: JIYAN Û KILAMÊN EVDÊ ŞERÊ Û HESEN NAZÎ

Authors : Ömer Delikaya
Pages : 325-347
Doi:10.26791/sarkiat.1732707
View : 140 | Download : 177
Publication Date : 2025-12-31
Article Type : Research Paper
Abstract :Ev xebat ku dide pey mîrasa Evdê Şerê (1870–1961) û Hesen Nazî (1889–1989), du birayên şair (dengbêj û destanbêj) ên ji bajarê Efrînê, dixwaze rola wan a di nav edebiyata kurdî ya devkî û veguhestina çandî de nîqaş bike. Bi vê meqsedê, jiyan, berhemên hunerî, repertuar û bandora wan a li ser şaîrên peyrewên wan, di çarçoveya girêdanên nav-malbatî yên xurt û pratîkên hînkirinê yên şagirtîtiyê de vedikole. Herdu birayên sazbend û şair, ne ku tenê destanên kurdî bi tembûrê îcra kirin, lê herwiha afirînerî û hostatiya xwe jî nîşan didan bi wan kilamên ku bi xwe çêdikirin. Di vê xebatê de nezelaliya xwedîtiya kilameke herdu şairan tê nîqaşkirin û hin kilamên aidî wan jî tên destnîşankirin. Kilama “Xarzî Mihemed”, berhema hevpar a herdu şairan ku di gewher de li ser mirina xwarziyê wan hatiye çêkirin ji dengê Hesen Nazî hate bernivîsandin û bi awayekî berawirdî ligel varyantên di serdemên cuda de hate nîqaşkirin. Di varyantên kilamê de ku ji sala 1938an û vir de derketine holê, rengvedana tevgera Murîdan û veguherînên referansên erênî yên li ser Mustafa Kemal (Atatürk) çawa cih hêlaye bo Leyla Qasimê ku kesayetiyeke sembolîk a tevgera siyasî ya kurd e li Iraqê, wekî ji nû ve bicihkirinên îdeolojîk ên li gorî hestiyariyên siyasî û serdemî yên guhdaran rûdidin, di çarçoveya têgeha ekolojiya nerîtê ya Honko de hate vekolandin. Di dawiyê de, ev xebat herdu şairan di çarçoveya wan a çandî de wekî aktorên afirîner bi cih dike û bi rêya hevpeyvînên derbarê pratîkên wan ên hunerî, muzîkî û repertuarê de, herwiha qeydên cihêreng ên dîjîtal, perspektîfeke biyografîk pêşkêş dike.
Keywords : Kürtçe, Afrin, Hesen Nazî, Evdê Şerê, Halk Şairi

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026