Journal article

Zûgotinok Di Edebiyata Kurdî ya Gelêrî De

Abstract

Zûgotinok an bi navekî din çîvanok, di nava edebiyata gelêrî de weke çîrok,  çîrçîrok, mamik, qewlêrk, zêmar û hwd. cureyeke serbixwe ye. Zûgotinok,  herî zêde di folklora zarokan de cih digire û bêhtir ji bo xweşdemborî, xweşaxaftin,  hilbijartina pîrikên lehîstikan û her wiha di çîrçîrokan de têne  bikaranîn.  Di edebiyata Kurdî de, nemaze ya gelêrî de, xebatên wekî şîrove, lêkolîn û  lêgerînê hê jî nehatiye asteke bilind. Ji ber vê yekê di vê xebatê de hewl  hatiye dayin ku, li ser zûgotinokên Kurdî xebateke lêkolînê bê dayîn û bi  vî awayî kêmasiyek bê dagirtin. Bi vê hizirînê li ser pênase, taybetmendî û  senifandina zûgotinokan hate rawestin û her wiha piştre jî hin xalên girîng,  wekî mijar û rêbazên vegotina zûgotinokan hate niqaşkirin.

Keywords

ZûgotinokEdebiyata Kurdî ya GelêrîSenifandinZarok

59 views · 13 downloads