IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi
  • Volume:2 Issue:3
  • Xebateke Girîng Di Dîroka Folklora Kurdî De: Kemal Fewzî Û Berhevkariya Çîrokên Kurdî

Xebateke Girîng Di Dîroka Folklora Kurdî De: Kemal Fewzî Û Berhevkariya Çîrokên Kurdî

Authors : Ramazan PERTEV
Pages : 44-61
View : 29 | Download : 20
Publication Date : 2017-06-30
Article Type : Other Papers
Abstract :Rewşenbîrê kurd Kemal Fewzî di serê sedsala 20. de di nav gelek tevgerên  siyasî û rewşenbîrî de cih girtiye. Ji xeynî xebatên xwe yên din, wî li ser folklora  kurdî jî lêkolîn kirine. Ji nivîsên wî diyar dibe ku haya wî ji rewşenbîrên  Rojavayî heye, bi rewşenbîrên osmanî re jî têkildar e û xebatên wan dişopîne.  Herwiha ji girîngîpêdana wî ya ji bo berhevkirin û parastina keresteyên folklora  kurdî jî aşkere ye ku ew di bin karîgeriya netewetiya romantîk a sedsala  19. de ye. Ew dixwaze îspat bike ku kurd xwedî nasnameyeke neteweyî ne,  yek ji niştecihên qedîm ên Rojhilatê ne û folklora wan dewlemend e. Lê belê  ev dewlemendî bêxwedî ye, di bin xweliya windabûnê de maye û nayê zanîn.  Divê ev kereste bi rêbazên zanistî werin berhevkirin, tomarkirin, parastin û  vejandin. Wî di gotarên xwe de pêşî çarçoveyeke teorîk diyar kiriye û piştre  çîrokên kurdî yên gelêrî weşandine.  Ev lêkolîn, gotarên Kemal Fewzî di peywenda hevedemîbûna geşedana nasnameya neteweyî û xebatên folklorê de dinirxîne. Herwiha aliyên wan ên  edebî û zanistî vedikolîne û ji aliyê dîroka xebatên folklora kurdî ve girîngiya  wan nîşan dide.
Keywords : Kemal Fewzî, Folklora Kurdî, Çîrokên Gelêrî, Nasnameya Kurdî ya Neteweyî, Xebatên Berhevkarîyê, Rêbaza Zanistî

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025