Journal article

Ji Herêma Behdînanê Helbestkarekî Pirziman: Seyfiyê Şoşî

Abstract

Seyfiyê Şoşî, di nîva dawîn a sedsala XVIIIan û nîva pêşîn a sedsala XIXan  de li herêma Behdînan jiyaye. (1750?-1821?) Malbata Seyfî li vê derdorê bi  terîqeta Xelwetî û Qadiriyê namdar bûye, temenê wî jî di nav vê kevneşopiyê  de derbas bûye. Seyfî helbestvanekî mutesewif ê edebiyata Kurdî ya klasîk e.  Wî rêbazên edebiyata klasîk di helbestên xwe de bi kar anîne.  Kurd, gelekî xweyî pirçand e, ji pejirandina Îslamiyetê heta îro Kurd ketine nav  çandekî dewlemend. Bi taybetî ev xusûsiyet ji erdnîgariyê tê. Cihê ku Kurd tê  de dijîn (Kurdîstan) navenda rojhilatê ye û mabeyna sê gelên Misilman ên mezin  de cihê xwe girtiye. Piştê Peymana Qesra Şirînê, Kurd hem ji erdnîgariya  xwe ve hem jî li siyaseta xwe ve bûne du şeq û piştê şerê cihanê yê yekem jî  bûne çar perçe. Kurdên Başûr di bin bandora çanda Ereban, yên Rojhilat di bin  bandora Farisan û yên Bakur jî di bin bandora çanda Tirkan de mane. Vê rewşê  kesayetiyeke pirçandî û pirzimanî daye nivîskar û şa’îrên Kurd.  Perçekirina erdnîgariya Kurdan, ji aliyê siyasî ve herçendê şert û mercên  neyinî bi xwe re anî bin jî, ji terefê çand û ramanê ve dewlemendiyek daye  çand û edebiyata Kurdan. Seyfiyê Şoşî jî weke Kurdekî pir ziman û xwedî  çandekî piralî bi Kurdî, Erebî û Farisî helbest nivîsîne û di vê kevneşopiyê de  ciyekî girîng hilgirtiye.

Keywords

Seyfiyê ŞoşîdîwançeQadirîtîhelbesta Kurdî ya klasik

98 views · 28 downloads