Journal article

Bandora Rêbaza Realîzma Civakparêz Di Romana Şivanê Kurmanca De

Abstract

Edebiyata kurdî ya modern ji ber hin sedeman ji sedî sed ne di welatekê de, di  qonaxên curbecur de hebûna xwe domandiye û pêşketiye. Wekî tê zanîn yek  ji wan qonaxên vê edebiyatê jî qonaxa edebiyata kurdên Sovyetê ye. Ev qonax  piştî şoreşa bolşevîkan hêdî hêdî derdikeve holê û hebûna xwe geh di nav atmosfereke  erênî de geh dibin ewrên reş de didomîne. Bêguman nûnerên vê  edebiyatê ji şert û mercên siyasî yê dewleta Sovyetê bêxeber nebûn û di bin  bandora nêrîna siyasî ya rejîma nû de man. Erebê Şemo jî yek ji wan piştgir  û dildarê vê rejîma nû ye. Jixwe vê heyrantiya xwe ya li hemberî rejîma nû di  romana xwe ya Şivanê Kurmanca de rasterast aniye ziman.

Keywords

Edebiyata Kurdî ya ModernQanaxa Edebiyata Kurdên SovyetêRêbaza Realîzma civakparêzErebê ŞemoŞivanê Kurmanca

87 views · 20 downloads