Journal article

‘Eqîdeyên Menzûm Di Edebiyata Kurdî De

Abstract

Piştî qebûlkirina dînê Îslamê gelên Musulman ji bo bîr û baweriyên dînê  Îslamê berhem afirandine. Gelê kurd jî, weke hemû gelên Musulman ji bo  perwerdehiyâ bîr û baweriyên dînê Îslamê berhem anîne holê. Ev berhemên  ku mijara wan bîr û baweriyên Îslamê ne û bi navê ‘Eqaîdê tên nasîn hin ji  wan bi pexş/nesr û hin ji wan jî bi nezm amade bûne.  Di edebiyata gelên rojhilatanavîn de çawa ‘eqîdeyên menzûm wek cûreyek ji  berhemên edebî hatine nasîn û di medreseyan de perwerdehî bi wan hatiye  kirin her wiha edebiyata Kurdî jî ku perçeyek ji edebiyata rojhilata navîn  e, ji berhemên edebî yên bi vî cûreyî bêpar nemaye û ji bo perwerdehiyê,  xasma perwerdehiya zarokên Kurdan gelek ‘eqîdeyên menzûm’ di xwe de bi  cih kiriye. Ev nivîs armanc dike ku eqîdeyên menzûm ên di edebiyata Kurdî ya klasîk de  hatine nivîsîn, bide nasîn. ‘Eqîdeyên menzûm, hêjmara beş, beyt û taybetîyên  wan bi qasî agahiyên ku me bi dest xistine di vê gotarê de bi cih bûne.

Keywords

Eqîdeyên MenzûmEdebiyata Kurdî ya KlasîkEqîdeyên Menzûm ên Edebiyata Kurdî ya Klasîk

68 views · 19 downloads